Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê diyar kir ji sala 2000an vir va emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû…

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê diyar kir ku ji salên 2000î vir va li seranserê dinyayê emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû û li gor vê encamê jî jin ji mêran zêdetir emrî dibin.

Li gor rapora “Îstatîstikên Tenduristiya Dinyayê” ku rêxistinê weşand di navbera salên 2000-2016an da emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû û ji 66 sal û nîvekî derket 72 salan.

Ji bo emrekî dirêj dahateke baş li ser jiyanê xwedî tesîr e û welatiyên li welatên dahat kêm e dijîn li gor kesên li welatên dahat zêde ye dijîn bi qasî 18,1 sal kêmtir dijîn.

Di nav welatên emrê mirovan lê dirêj e da Japonya bi 84 û Swîsre jî bi 83 salan balê dikşîne lê welatên wekî Lesotho û Komara Afrîkaya Navîn di qada temendirêjiyê da welatên herî dawîn in û mirovek li wan deran bi qasî 52-53 salan dikarin bijîn.

Di raporê da li ser emrê jin û mêran jî hat sekinîn û hat dîtin ku welatên pêşketî di serî da jin ji mêran zêdetir emrî dibin.

Çandname

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *