Wezareta tenduristiya Japonya ragehand, hejmara kesên ku jorî 100 saliyê ne ji 71 hezar kesan derbas kiriye.

Li gor nûçeya kanala televîzyona netewî ya Japonya wezareta tenduristiyê derbarê hejmara nifûsa kesên bi temen de hin îstatîstîk belav kirine.

Li gor wan rêje û amarên hatine belav kirin li Japonya hejmara kesên ku 100 saliyê derbas kirine ji 71 hezar û 200 kes derbas kiriye. Li gor amarên sala borî dema tê muqayese kirin îsal 480 kes lê zêde bûne.

Li gor wezareta tenduristiyê li Japonya jin a herî bi temen 116 salî û zilamê herî bi temen jî 112 salî ye.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *