Sêsed kes li Gundekê Başûrê Rojavayê Îranê tûşî nexweşîya Îdizê bûyine.
Ajansa “Fars” ya Îranî di nûçeyekê xwe de aşkera kir: Nexuşîya Îdzê li gundê Çinar Mehmûdî yê serBajarê Lordîgan yê Başûrê Rojavayê Îranê belav bûye û ta niha nêzîkî sêsed kes tûş bûyine, sedema belavbûna nexuşiyê bo bi karînana derzîyên bikarhatî yên pîs ji aliyê Senterê Saxlemiyê vedigere.
Welatîyên Lordîgan bo aşkerakirina sedemên belavbûna Nexuşîya Îdizê xwe nîşandan beranber Senterê Saxlemîyê û Ofîsa Nûnerê Raberê bilind ‘elî Xameneyî kirin û li gorey zanyarîyên belavbûy, alozî di navbera xwenîşander û hêzên êmnahîyê de çêbûn û xwenîşanderan ziyan gehandine Senterî û Ofîsa Nûnerê Xameneyî jî sut.

jêder;War Media

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *