Kovara bi nav û deng Forbesê li ser dinyayê xarinên  herî zêde hewcedariya mirovan pê heye diyar kirin. Ev xurek ji bo tenduristiya mirovan pir girîng in û xurekên herî bitêyde ne.

 

Somon(masî) xwarina herî antî-agîng e.

Omega-3ya di hundirê somonê de mejî û dilê mirovan ji  nexweşiyan diparêze.

Rewşa giyanê mirovan diterazîne û şekirê di nav xwîna mirovan de eyar(durist) dike.

 

Fasûlî qelewî(kîlo)ya mirovan û şekirê di nav xwînê de eyar dike.

Pêşiya pençeşêra kolonê û nexweşiyên dilî digire, mirovan ji wan nexweşiyan diparêze.

Her roj divê bi qasî du fincanan bên xwarin.

 

Brokolî rîska pêketina hemû nexweşiyên pençeşêrê kêm dike.

Ji hêla mîneral û vîtamînê ve pir dewlemend e.

Ji bilî van hin madeyên kîmyevî yên di hundirê brokoliyê de laşê mirovan ji toksîtan paqij dikin.

 

Hinar ji aliyê antîoksidanan ve pir dewlemend e.

Tansiyona mirovan diterazîne (durist dike) demar(rih,ra)

an diparêze û nahêle ûr(tîmur) mezin bibin.

 

 

Sêv mirovan ji pençeşêra cegerê û ji nexweşiya astimê diparêze.

Tansiyonê diterazîne.

Vîtamîna K a di hundirê wê de hêzê dide hestiyan .

Eger beriya xwarinê(30 deqîqe) bê xwarin pêşiya işteha mirovan digire..

 

Bindeq-fisteq, divê her hefte pênc caran bên xwarin.

Eger her hefte pênc caran bên xwarin ew ê pêşiya krîza dilî bigirin

û we ji rîska nexweşiyên dilî ji sedî 30-50an biparêzin.

Divê her roj bi qasî 25 gr behîv, gûz, fisteq, bindeq bên xwarin.

 

Pêşik di hundirê xwe de antîosksîdanên

ji nexweşiyên pençeşêrê diparêze dihewîne.

Hişê mirovan bihêz dike.

 

Hêk, di xwezayê de wek xwarineke herî bêhempa tê nasîn.

Ji hêla proteînê ve pir dewlemend e, lê kaloriya wê pir kêm e.

Mejiyê mirovan ji nexweşiyan diparêze.

Ji bo çavan pir sûdmend e.

 

Goşt(Goştê pez, dewar, gwd) ji hêla omega-3yê ve dewlemend e.

Eger têra xwe bê xwarin ji nexweşiyên pençeşêrê diparêze.

Di hundirê wê de proteîn û vîtamîna B12ê heye.

 

Şîr ji hêla mîneral û baktertiyên sûdmend ve dewlemend e, 

Di hundirê xwe de asîta CLA ya

ji nexweşiyên pençeşêrê diparêze dihewîne

jêder; Çandname.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *