Li nêzîkî bajaroka Humpty Doo ya 35 kîlometran dûrî paytexta Herêma Bakurê Awistralyayê Darwinê, li ser otorêya Arnhem marekî bi sê çavan hat dîtin.Komisyona Parastina Ajalên Kovî û Parkên Ajalan a Herêma Bakurê Awistralyayê (NTPWC) wêneyên marê sê çavî yê hatiye dîtin li ser medya civakî parve kir.

Marê bi navê Monty Python ku 3 mehî bûye dema hatiye dîtin, li gorî daxuyaniya NTPWCyê hefteya borî miriye.

Karbidestên awistralî diyar kirin ku ew mar di meha adarê de hatiye dîtin û cendekî wî marî jî niha li Saziya Lêkolînên Zanistî û Endustrî Commonwealth a bajarê Darwinê tê parastin.

jêder: Peyam Kurd

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *