Amadekrin: Xedeng
Di hemû beşên zansitê pizîşkî de niştegerî bo rizgarkirina nexweşî ji êş û azaran dihêt encamdan. Belê li seranserî cîhan de, hinek kes hene ku bi xwesteka xwe û bi merema ciwankirinê niştegeriyê encam didin. Hinek caran ev guherîn dibe metrisî ger bi destên kesên ne bispor de bihên encamdan.
Niştegeriya difinê di nav hemû niştegeriyên din de, bêhtir berbelave û evên li xwarê jî nebaşyên wê ne:
Biçûkirina kunên difinê, dibe egerê ziyanê di henasekirinê de.
-Nemana hesta bihênkirinê.
-Henasekirin bi rêka devî.
-Nehevsengiya herdu kunên difinê.
-Pêtîbûn û bêhestibûn ji pîstê difinê.
-Xuyinçûn.
-Kunbûna dîwarê di nêvbera kunên difinê.