Heta îro dê mirovahî kengê têk here, dê “kengê dawî li dinyayê” bê her meseleya nîqaşê bû û li ser vê her lêkolîn jî hatine kirin. Niha encamenk ji Avustralyayê hat.

Li Avustralyayê Navenda Nûkirina Kişwerê û Guherîna Kişwera Neteweyî heye. Vê navendê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku di nav 30 salan de bi guherîna kişwerê re dê li dinyayê 3 santîgrat derece asta germê bilind bibe. 

Li temamê dinyayê bilindbûna germê bi dereceyek santîgrat jî dibe sedema gelek pirsgirêkan. Mînak bilindbûna germek bi 0.5 santîgratê bixwe kir ku gelek cemed bihelin. Ji ber vê germbûnê her ku diçe cemedên qutbê dihelin.  Bi vî awayî bidome îhtîmal e li cemsera qutbê qet cemed nemînin. Ligel bilez helîna cemedên qutbê, li herêma Ekvatorê jî ziwahiyên mezin û şewat dê derên. Her wiha îhtîmala hin golên mezin ên li dinyayê jî bi miçiqînê re rû bi rû bimînin heye. Mînak li Asyayê mimkûn e gol bimiçiqin, dîsa mimkûn e di 30 salan de Behra Wanê bimiçiqe. 

Welatên wekî Amerîka û Çîn ji ber karbondîoksîtek mezin belav dikin ku ev yek dibe sedema bilez qulbûna tebeqeya ozonê û ev yek jî dike ku tîrêjên rojê hê hişktir bi ser dinyayê de bên. Navendên kişwerê yên li  dinyayê her guherîna kişwerê raçav dikin û di serî de van welatan hemû welatên dinyayê hişyar dikin. Hê tişt hene ku bêne kirin lê neyên kinin û wisa bidome talûkeya têkçûna dinyayê û mirovahiyê heye.

Diyarname

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *