Nifrîn li ba kurdan cهhek gring di axiftna rojan e, di çîrok û sitranên dengibêjyê û serhatyan de vegritîye. Bê guman ev nifrîn gهrê dayî barê derûnî yê mrovî ye dema ku hêrs dهbe dest bi nifrînan dهke û dهxaze bawerya xwe bi nifrînan bîne û tulê ji kesê beramber vebike. Nifrînên kurda ji rewşa wan ya civakî derketîne holê û ev jî hin mînakên nifrînanin.

1-Di pozê te ve were

2- Di firnikên te re were

3- Li te bibe goştê berazî

4- Li te heram be

5- Li te nebe sibeh

6- Top li mala te keto/ keyê

7- Malik wêrano/ê

8- Dêranê

9- Quzelqur be

10- Jehr be, li te bibe jehr

11- Zeqûm be

12- Kerafî be

13- Taya mirinê bi te keve

14- Bibe dasî û bikeve qirika te

15- Di ber te de bimîne

16- Tu bibî piç û parî

17- Tu hûr bibî, piçên te li esmanan bikevin

18- Tu li çol û çiyan şeveder bimînî

19- Tu bibî komek hestî, bikevî ber vî destî

20- Tu bibî beniştê devê xelkê

21- Xezeb li te bibare

22- Tu ji her du çavan hitim bibî

23- Ev newal tijî zêr bibin, libek nebe nesîbê te

24- Xwedê ya qenc neke nesîbê te

25- Mera rebî xwedê li te neyê rehmê

26- Xwezî bicehimê

27- Cihê wî cehneme be

28- Kula Helebê bikeve mala wî

29- Înşeleh tu ber bavêjî (bi tenê ji bo jinan)

30- Qotik bi mala te bikeve

31- Qorika te bişike

32- Serê wî di nav zilaman de bilind nebe

33- Li dinya dî destê Şêx Evdilqadir di pêsîra te be

34- Înşeleh, kevir bi ser we de bibarin

35- Nanê baçîk bi dest we nekeve

36- Tu nanê gilgil nebînî

37- Nanê garis bi dest we nekeve

38- Di mala we de şîv hebe, taştê nebe

39- Hey top li serê te keto/ê

40- Tu bibî piç û parî, her perçeyekî te, di tûrekî de veşêrin

41- Bicehime

42- Bikerife

43- Bisekite

44- Biperpite

45- Bikewite

46- Bidehibe

47- Wey kef bi devê te bikevî

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *