Ji Zanîngeha Kaliforniya ya DYE’yê pisporan salekê her roj derman didan şeş kesan. Li gorî encamên vê lêkolînê ku li kovara Nature hatin weşandin, rawestandina pîratiyê li aliyekî temenê kesên ku derman ji wan re hate dayin bi 2.5 salan ciwantir bûn.

Sîstema xweparastina bedena wan kesan li wî demî xurtir bûn.

Êk ji lêkolîneran Steve Horvart diyar kir, dema ku wan dest bi ceribandina dermanan kirin ew li hêviyê bûn ku pîratî rawestit û kes ne li hêviyê bû ku mirov hêj ciwantir bibin.

Lê belê zanyar bi gumanbarî nêzî encamên lêkolînê dibin, ku hîn lêkolîn li pîvanên zanistî nayê.

Nehate eşkerekirin ku dermanên hatine bikaranîn kîjan derman in. Lê belê tê gotin ku yek ji sê dermanan dermanên li dijî hormonê mezinbûnê û du jî li dijî nexweşiya şekir e.

.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *