Şekir:
Dema tiştekê dikrî, hemû gavan li pêkhatên wê temaşe bike, eger şekir nav da be, wî çaxî nekire û nexwe. Ji ber ku dibe sedemê zêdebûna kêşa leşî. Ger ji xwarinên şirîn hez dikî, bizavê bike penayê bo xwarinên şirîn yên siroştî bibe, mîna hingvîn, xorme û fêqî.
Arê Spî:
Arê spî jî mîna şirîniyê qelwiyê dirust dike û yabaş ewe xwe ji arê spî dûr bikî û bi kar neînî.
Pitatên Spî:
Pitat di dema heriskirinê da, dihêt guhorîn bo şekrê û rêja Ensolînê bilind dike û dibe egerê qelewbûnê.
Brincê Spî:
Birincê spî jî heman şêwê şekrê û arê spî ye, dibe sedemê zêdebûna kêşa leşî.