Xortekî Kurd ê ji bajarê Efrînê medelyaya Bronzî di Qhremaniya Avakirina Laşan li Çînê de wergirt.

Xortê Kurd ê Efrînî Osman Hico ku di nava Hilbijardeya Sûriyê de cih digire beşdarî Qhremaniya Avakirina Laşan li Çînê bû û tê de pileya sêyemîn bi dest xist û Medeliya Bronzî wergirt.

Qehremaniya Avakirina Laşan li Çînê çapa 53emîn ji roja 24 ta 30î vê mehê li bajarê Harbin birêve çû û hejmarek welatên Asyayê tê de beşdar bûn.

Osman Hico 45 salî ye û ji 20 saliya xwe ve dest bi vê werzişê kiriye û di gelek qerhermaniyên naxweyî, herêmî û navdewletî de beşdarî kiriye.

Osman Hico gelek nasnavên û medelya bidest xistine ji wan: Pileya Sêyemîn li Qeremahiya Ereban sala 2000, Pileya Sêyemîn li Qeremahiya Ereban sala 2002, Pileya Duyem li Qehremaniya Deryaya Naverast 2007an.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *