Pispora Fizyolojiyê ya bi navê Nazan Uysal Harzadin diyar kir rûnê zeytûnê ji bo zarokan pir bi sûde û anî ziman her dayîkek rojê kevçiyek rûnê zeytûnê bide zarokên xwe wê pir bi sûd be.
Pispor Harzadin diyar kir ku sûdên rûnê zeytûnê yê ji bo tendurustiya mirov tê zanîn û anî ziman rûnê cemidî yê zeytûnê di zarokan de qabiliyeta fêrbûnê zêde dike û divê dayîk rûnê zeytûnê pir zêde bikar bînin.
Herwaha Harzadin di berdewamiya axafitina xwe de diyar kir û got, “Me di ceribandina xwe ya davî de dît ku rûnê zeytûnê ya cemidî, ajalên azmûn yên ku rûnê zeytûnê ya ku polifenoya wan bilind a fêrbûna de, kapasiteya bîrê zêde dike û asta ankisite yê kêm dike. Ji xwe me dizanî ku rûnê zeytûnê di tevahiya laşê me de bandora erênî dide ava kirin. Lê me di vê xebata xwe ya davî de bandora wê ya li ser mejî û bandora wê ya pêşxistina mejî lêkolîn kir. Li ser mejî bandora erênî ava dike, li ser pêşxistina mejiyê zarokan jî bandora erênî ava dike.”
Li gor nûçeya NTV ya Tirkiyê pispor Harzadin diyar kir, “Ez pêşniyar dikim ku hemû dayîk her roj kevçiyek rûnê zeytûnê yê cemidî bidin zarokên xwe û bi xwe jî vexun. Her roj kevçiyek rûnê zeytûnê vexwarin heta davî ji bo pêşxistina mejî sûdmende. Wê zarok hîn baştir fêr bibin hîn baştir tiştan binîn bîra xwe û ev rewş wê li ser serkeftina wan ya dibistanê jî bandor bike.”
jêder Basnews