Ji encamê lêkolînek berifreh li Awrûpa, qelewbûna zarokan berev zêdebûnê ve ye.
Di babetekê da li Malperê Seydetî amaje bi wê çendê hatiye kirin, ku encamên lêkolîynê piraniya welatên Awrûpî bi xwe ve digirt, ku diyar kiriye, her pênç zarokan, zarokek tûşî qelewî û zêdebûna kêşa cesteyî dibit.
Li gor lêkolîna hatî kirin, ew zarokêt şîrê dayikê pê nehatiye dan, pitir tûşî qelewiyê dibin. Ev zarokên he hêj di temenek biçok da metirsiya tûşbûna nexweşiya dilî û demaran li sere.
Lêkolîneran ew çende diyar kir, şîrdana siroştî bo demekê dirêj, metirsiya zêdehîya kêşeya leşî 13% kêm dikit.
Pisporên Rêkixrawên Tendrustî yên Cîhanî di rênmayan da xuya kirine, ku dayik divêt şeş mehan şîrê xwe bidit zarokan û paşî hindek xwarinên dî bo wî zêde bikit, daku rêjeya pêdivîya madê xarinê bo leşê wî bihêt dabînkirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *