Ji bo “Xelatê Booker”ê ji nav 151 romanan lîsteya dirêj ya berendaman hat eşkere kirin. Di nav lîsteyê de ji Elif Şafak jî bi pirtûka xwe “On Dakika Otuz Sekiz Saniye” bejdare. Dîsa pirtûka dawî ya Margaret Atwood “The Testaments”, pirtûka Salman Rushdie “Quichotte” jî ji lîsteyê hin pirtûk in. Salman Ruşdî di sala 1981’ê de ev xelat bi dest xistibû, îsal bi pirtûka xwe ya nû dîsa berendam e.
“Xelatê Booker” ji sala 1969’an ve tê dayîn. Xelatê didin romanên bi îngilîzî li Îngilistan an Îrlandayê hatine weşandin. Lîsteya dirêj ji nav pirtûkên ku di navbera 1’ê kewçêra 2018’an – 30’yê rezbera 2019’an de hatine weşandin tê hilbijartin. Lîsteya dirêj ku ji 13 berendaman hatiye hilbijartin ji nav pirtûkên ji 3’yê kewçêra 2018’an û vir ve hatine weşandin hatiye amarekirin..
Ji nav van 13 pirtûkan dê Lîsteya Kurt bê diyarkirin ku ev lîste roja 3’yê rezbera 2019’an bê eşkere kirin û roja 14’yê kewçêra 2019’an dê serketî bê diyarkirin. Pirtûkên ku bikaribin di nav Lîsteya Kurt te cih bigirin her yek dê bi 2.500 Sterlînî bê xelatkirin. Romana ku Xelata Booker bigire jî dê bi 50 hezar Sterlînî bê xelatkirin.
Lîsteya Dirêj a Xelata Booker:
– Salman Rushdie (UK/India), Quichotte (Jonathan Cape)
– Margaret Atwood (Canada), The Testaments (Vintage, Chatto & Windus)
– Kevin Barry (Ireland), Night Boat to Tangier (Canongate Books)
– Oyinkan Braithwaite (UK/Nigeria), My Sister, The Serial Killer (Atlantic Books)
– Lucy Ellmann (USA/UK), Ducks, Newburyport (Galley Beggar Press)
– Bernardine Evaristo (UK), Girl, Woman, Other (Hamish Hamilton)
– John Lanchester (UK), The Wall (Faber & Faber)
– Deborah Levy (UK), The Man Who Saw Everything (Hamish Hamilton)
– Valeria Luiselli (Mexico/Italy), Lost Children Archive (4th Estate)
– Chigozie Obioma (Nigeria), An Orchestra of Minorities (Little Brown)
– Max Porter (UK), Lanny (Faber & Faber)
– Elif Shafak (UK/Turkey), 10 Minutes 38 Seconds in This Strange World (Viking)
– Jeanette Winterson (UK), Frankissstein (Jonathan Cape)
jêder: Dîyarname