Fehmî Balayî

Hunermendê navdarê Îspanî yê cîhanî û Soryalî Silvador Dalî, tabloyê bi navê (Tekezkirina Bîrhatinan) yan (Se’et) sala 1931 resim kiriye. Ramana vî tabloy û se’eta enfalkiriyekê Kurd nêzîkî hevin.

Dalî di vê tabloy de çar se’ti çêkirîne û her yek bi rengekî û bi corekî, bagrewand biyaban e, bê dengî ye û jiyan tevilhev bûye, jiyan wek darê hişk bûye û zemen pê ve helawîstiye, şêweyê se’etê wek wextî têk çûye û şêweyên cuda bi xwe ve girtine. Bîrhatin hemû di xewneka mirî de dihêne hembêzkirin, bîreweriyên mal, gund û bajêran di gel zemenî têk çûne. Derya û asman di xemgînin, roj ber bi avabûne .Wesa se’eta Kurdekî li vê bîyabanê bûye beşek ji tirajîdiya vî tabloy. Silvador Dalî kire tabloyek û cîhan pê hejand. Erê em dê çi bikin da ku paşmayên qehremanî û bêgunehîya kesên sivîl bi cîhanê bidin naskirin?

Bikin tablo reng xew li hev nadin ji ber ku rengên Kurdan li ser aydulojîyan hatine parvekirin û her yek rengê layenê dî ne şirîn dibînît, bikin munumênt, parçe ‘erd nemayne û berpirs û bazirganên serhildana li ser navê xwe tapo kirîne, bikin goristanek dê ciwanîya vêla û qesrên bilind û mula kirêt bin, bikin roman qehreman gelekin û yek du nas nakin, bikin sînema û şano ekter nemayne û divêt hemû mêr bin nabit jin rolê xwe bibînît ji ber gotarên dînî û tirsa ‘eşîretê, bikin awaz û sitran kes nîne guhdaryê bikit hestên muzîka bêdengîyê nemayne. Bikin simbolên şoreşê her partîyek dê muhra xu lê det û bêjît emîn şoreşgêr layenê dî bi taburê pêncê bi nav diket, her ‘eşîrek dê navê xwe lê ket, her dîn û mezhebek dê ayetekê bo çêket. Werin da pêkve bikine simbola yekgirtin û komkujiya bi hevra ,eger em neşya bin xwe rêk bêxîn, yek bigrîn ,hizir bikin û cîhanê hişyar bin. Yan da pêk ve bimrîn yan jî dê rojane gurên bi komel û yekgirtina xwe bi destên dagîrkeran li van biyabana bînîn û mîlên se’eta me ji ber xuyn û jingarê nalivin û mîlên  s’eta tabloyê Dalî jî dê rawestin û bêdeng mînin.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *