Kurdên ku ji Kurdistanê çûyine Japonya bi pêwendiyên xwe we kirine ku, Kurd û Japonî nêzik êk bibin . Gelek cara li Japonya pîrozbahîyên Newrozê tene kirin. Ji aliyek din ve hewldana nêzinkbûna çanda Kurdî û Japonî heye. Ziman û edebiyata Kurdî di filmên sînemayî de û heta pirtukên ku ji bo zarokan dihên çapkirin cih digrin.
Komeleya dostaniya Kurdistan û Japonya di çerçova çalakiyên xwe yên çandî de, ferhengek ya Kurdî û Japonî çap kirine. Li Tokyo Zaningeha Lêkolinên Biyanî de beşa zimanê Kurdî heye. Mamustayê vê beşê Vakkas Çolak behsa hînbûna zimanê kurdî li Japonya dikit û dibêjit: Japonî dixwazin Kurda nas bikin, rêya . Ji ber vê çendê li zankoyê beşê zimanê Kurdî vekirine .