Umêd Segfan

Dastana Memê û Eyşê ji wan dastanên evîndarî yên derdigranin û di nav kultur û fulklorê Kurdî da chek mezin vegritîye. Bi taybet ev dastan li nav Hurdên Qefqasyan berbelave û ji aliyê Folklornas û Kurdulogan ve bûye cihê gringî û pêtedanê. Ev dastan li herêmên dî yên Kurdistanê berbelave lê bi navek dî ketiye ser zarê dengibêj û xelikê da, ew jî dasta Memê Ebasî. Ev navê Eebasî em nizan kengî û çewa peyda bûye, lê belê di nav Kurdên me yên Qefqasya da ev nav qet nahêt bîhistin. Herwesan ev dastan bo cara êkê ji layê huzanvan û roşnibîrê Kurd Ebdulrihîm Rehimî Hekarî ve li sala 1919 bûye şanû û bi yekem şanûya Kurdî dihêt hijmartin. Lê Rehmî Hekarî kirasek netewey û şureşgêrî kiriye ber vê dastanê û layenê evîndarî weha bi cidî wer negirtiye. Raste ev dastan di navbera kur û dayikekê de xemgîniyê dirust dikt, lê belê dîsa hemû ‘eşq û evîn dibit eger ev karesata weha mezin çêbibit.

Çîroka vî dastanê bi gelek şêweyan dihêt gotin û vegotin. Lê belê li cihekê hemû varyant dibin êk, ku ew jî li dumahyê daye, dema dayik kurê xwe di nav nvênin buka xwe de bi xeletî ve dikujt.

Dibîjn li şevekê Memê xewnekê dibînit û di wê xewnê da Eyşê dibînit û lê evîndar dibit. Dema radbit ji xewê mîna mirovek gêj û sewdaser lê dihêt û ji dayika xwe ra xewna xwe dibêjt: Hern bo min Eyşê bixazin. Dayika wî jî radibit Eyşê bo dixazt û dibit govend û dîlan. Piştî hefit heyva hindek dibêjn Memê diçit welatê şamê û hindek jî dibêjn Memê diçit ‘eskeryê û hefit salan li ‘eskeryê dimînt. Piştî salên xwe xilas dikit, dayika Memê û Eyşê nameyekê bo rê dikin û Memê bi hespê xwe ve qunaxa heyvan didit rê û qesta mala xwe dikit. Dema Memê digeht mala xwe dinya lê dibit tarî û şev. Eyşê radibit siyarekê peyt û çeleng li ber derê eywan û serayî dibînt û jê dibrisit dibêjtê: tu kî camêr?

Memê bersivê didit: Ma tu min nas nakî? Ez Memê me.

   Eyşê ji keyfan de per pê ve dihên û hevdu hembêz dikin û kel û xerîbîya hefit sala li wê gavê dişkînin. Memê ji Eyşê dixazt dayika xwe bibînt, lê Eyşê qebul nakit û dibêjtê: Memu dayika te gunehe vê nîva şevê ji xew ra neke.

   paşî herdu dikevin nav nvînan da û keyv û xweşyê dikin. Li berê spêdê dayika Memê radibit, dikevit udê ve, zelamekê di nav nivînên buka xwe Eyşê da dibînt. Ev çende wê sewdaser û tijî kîn dikit. Radibit radihêjit tvengê, lê her zû lê ve dibit û dibêjit: Tiveng dê vê şermê aşkera kit. Radibit radihêjit şîrî, dîsa nikarit  û dibîjt: Qweta jinê nîne zelaman bi şîrî bikujin. Cara siyê xencerê heldibjêrt û li nîva dilê Memê didt û dikujt. Nalîn dikevit di qirka Memê û Eyşê dikt qêrî û dibêjit: Dayê te Memê kuşt!

Dayika wî radibit li sîngê xwe didit û vê kilamê dibêjt:

Navê tejîya Memê min teware,

Min gerandîye war bi ware,

Dayik gura çîya be, lawu,

Dayik gura çîya be lawu.

Navê tejîya Memê min çêlye,

Selefê nîçîrvana diçe, tîye,

Kuştna Memê destê dêye.

Dayik, gura çîya be, lawu.

Memê min sîyarê Buzê Zirave,

Min nizanîbû îşev pêra Eyşe mêvane,

Dayik gura çîya be, lawu. (Cindî û Evdal, 2008: 340).

Hevirkya ‘eşqê û namûsê:

Çîroka vê dastanê li ser du têgehên giring radiwestit, êk ji wan ‘eşq û ya duyê namûse. Ev dastane wekî gelek dastanên dî yên Kurdî di navbera ‘eşq û namûsê da dimînt û cenga wan berdewam dibit û serkeftin dibit behra êk ji wan. Layenê ‘eşqê li nik Kurda çend mezin bit, layenê namûs û xîrê jî ewqas mezine, belku gelek caran mezintir û berifrehtire. Ji ber ku di ‘eşqê da pirsyar dihêt kirin, gengeşe çêdibit û helbjardin heye. Lê di mesela namûsê da Kurd bê pris, bê hizir bizava pakijkirina namûsa xwe dikin. Mela Mehmudê Bayezîdî di pertuka xwe ya bi navî (Adat û Rsumatnameyê Ekradiye) li ser vî pirsê rawestyaye û wî çendê didit diyarkirin, ku namûs li ba Kurdan lê borîn nîne û gava jinek bi zelamekê ra hat dîtin, herdu divên bihên kuştin. Her çende ew vî çendê jî didit xuyakirin, ku Kurd di rasta jinê da ne bedbîn û kumreşin. Anku şik û hizra reş ji jinên xwe nakin. Wan mafdar dikin, ku bi kesên biyanî re baxvin, bikenin û suhbetê bikin. Lî belê ew xeletya jinê bi hîç rengekê pesend nakin û her jineka xeletî kir, ji bal kes û karên jinê ve dihên kuştin û henaseya jiyanê jê qot dikin. (Dost, 2012: 107,108) Dastana Memê û Eyşê jî nimûnek berçave. Ku dayikek bê ku hizira kurê xwe Memê bikit, wî dikujt. Eve jî grê dayî civak û rewşa Kurdane bo çi namûs di ser hemû tiştî ra ye û bi tnê bi kuştinê dihêt çareskirin. Belê ji alyek dî ve evê dastanê berisva vê pirsê jî bi rengek nerastewxwe daye, ji ber ku ger Memê ne evîndar û hevjînê Eyşê ba, ev dastan nediket ser zarê dengibêj û çîrrokbêjan da. Anku li cihekê namûs bi serdikevit, lê ‘eşq zindî dimînt. Ji ber ku di vê dastanê da ‘eşq wek pîrozyek hatîye dîtin û yekser qedera dayika Memê diguhorit û dikit dîn û berdit çul û çiyayan.

   Ev dastan jî mîna gelek dastanan li ser zarê jinê dihêt sitrandin û dihêt gotin. Ku li alyekê jin trajîdyê çêdikit û li alyek dî dibit helgra rakirina xemek mezin. Ev dastan ji bilî mesela namûsê xudan prispêkitîfek dî ye sebaret jinê. Anku jin ji mlekê kujeke û ji mlek dî ve dikevit bin azar û îşkenceya wijdanê da ji ber ku di dastanê da wesa hatiye deyka Memê ji qehran da dîn dibit û bi çul û çyayan dikevt.

Berawirdiya vê dastanê di gel dastanên biyanî:

Dema em li variyant û babetên folklorî temaşe dikin, em li pîrgî hevpişkiyek kulturî û civakî dihên. Ev çende jî bi rêka têkelî û derbazbûna çîrokan ji welatekê, ber bi welatek dî ve ji parzemînekê ber bi parzemînek dî ve.

Gelek çîrok û hîkayetên Kurdî hene hevpişkiyek mezin di gel çîrokên mletên cîran ve hene, renge jî çi agahî li ser rewşa hev nebin. Lê belê em gelek motîfan dibînin ku wek êkin. Ev wekhevî jî renge ji egerê wekheviya derûnî û siroştê mirovî bit, mîna bedbextî, çelengî, çakî, xrabî, fêl û serdabrin û qurbanî…  Dastana Memê û Eyşê ji dastan û mîtolojîn cîhanî cida ye û  xudan taybetmendye. Ku ew taybetmendî jî mesela kuştina kurî ji bal dayikê ve.

   Kuştna kur û baban, fênomênek berbelave di mîtolojî û dastanên Rojavayî û Rojhelatî da. Gelek ji van kuştnan dikevin li bin siha qurbanîdanê. Her ji pertukên asmanî wek Incîl, Quranê bigre heya digehin mîtolojî û efsanên gêlêrî. Hîkayeta Îbrahîm Pêxemberî beramber kurê wî nimûnek başe, ku Xudê fermanê lê dikit, kurê xwe bikit qurban. Herwesan di dastanên Rojhelatî da ev reftar gelek dihêt pêşçavkirin, ku ji wan dastan Rostemî û Suhrabî ye, ku Rostem kurê xwe Suhrab li pêrgî hev dihên û Rostem wî dikujt. Di mîtolojya Yonanî de Xudawend Ziyos, babê hemû Xudawendan kurê xwe Pirmetûsî li serê çiyayê Qafê girê didit û her roj qirek dihêt niklekê li cegera wî didit û dixut. Herwesan di mîtolojiya Udîpûsî jî da ev reftar dihêt vedîtin, Udîpûs kurê paşayî Tibsê ye û babê wî şevekê xwenekê dibînt, jina wî kurek dibit, ew kur mezin dibit wî dikujt û jina wî li xwe mehir dikit. Piştî vî xewnê babê wî Layos gelek ditrisit, piştî Udîpûs ji dayik dibit, radibit wî ji bajêrî derê dixit û dihavîjit, piştî borîna çend salan rojekê  Udîpûs dikevt pêşya erebaneyekê û xudanê erebanê bi qamçîyan li Udîpûsî didit, eve çende jî dibit egerê hêrsibûnek zêde li nik Udîpûsî, radibit wî zelamî dikujit û ew zelam derdikevt babê wî Layos (Reşîd,2015: 36). Di efsaneya Hêrkulî jî da kuştina zarokan dikevt li pêşberî me, Hêrkul qehremanek efsaneyî ye, li gor efsaneya Yonanî bi hêztirîn zelamê li ser erdî ye. Ji regezê Xudawend Ziyosî ye, rojekê ji alyê mêşkî ve têk diçit û dîn dibit, jina xwe bi zarok ve dikujit. Paşî dîsa vedgerit ser hişê xwe yê berê û peşêman dibit. Ji bo ku vê tawanê li ser milê xwe rabikit dikevt diwazde taqîkirinan da (Reşîd, 2015: 23). Ev efsanên me qal kirîn, hemû kuştin ji bal zelamî ve rû didin, di dastana Seydikî jî de, bab kurê xwe bi xeletî ve dikojit. Belê di dastana Memê û Eyşî da ne wehaye, dayik kurê xwe dikujit, û bi destên xwe parçeyek ji riha xwe fena dikit, lewran ptir trajîdî dirust dibit. Li gor folklornasan ev corê trajîdiyê gelek balkêş û nedîteye, ji ber ku kuştina kurî ji bal dayikê ve kiryarek gelek sengîn û sexte. Em vê motîfê bi zehmet di nav edebyata mletên dî da dibînin. Renge ev çende jî grê dayî rewşa sosyologî bit. Ji ber ku helbjardna koştinê li cem dayika Memê ji ber mesela namûsê bû. Namûs li cem mletên dî renge ne di vî astê wisa tund da bit. Bi her awayekê bit, dayik di vî dastanê de trajîdyê çêdikit û bi xeletî ve kurê xwe dikujit û bi destê xwe ava çavê xwe dirjînit.

Raman ji vî dastanê:

Her gotinek dihêt gotin, divît raman û watayek li pişt hebit, ji vê çendê jî re dibêjin piragmatîk, anku wateya veşartî. Di vî dastanê da hindek hêmanên giring dihên dîtin, mîna namûs, evîndarî, kuştin, leşkerî, xîre û xeletî.

   Rewşa leşkerîyê gelek di edebyata devkî da berbelave û wek nexweşî û trajîdiyekê dihêt dîtin. Leşkerî anku nezvirîn û xwe fîdakirin û mirin. Ev dastan wê çendê baş didit diyarkirin, ku leşkerî li bal Kurdan mirin û nezvirîne, ji ber ku Kurd dema dikevin di cengî da şansê kuştina wan ji mana wan gelek bi hêztire. Li vê derê dayika Memê ji hatina kurê xwe bê umêd bûye, ji ber hindî jî neşiya hizir bikit ku Meme zivrî, di gavî da biryara kuştinê didit. Renge eve binhşê cvaka Kurdî hemûyê bit. Ceng li ba Kurdan anku kuştin. Bayezîdî li ser vê pirsî jî rawestyaye, ew dibêjt mletê Hekarî û Botan zû bi zû bi emrê xudê namrin, belku dihên kuştin. Ew dibêjit eger êk li cem Kurda bimirt, dibêjin :” Mxabin xwezî di şerî da wefat bbûya.” ( Dost, 2012, 57). Ji mlek dî ve, wê çendê didit xoyakirin, jin bê zelam jî dişêt sereguhîya malê bikit, eger rewş çend aloz û tirisnak bit. Dîsa jî her em dê li pirsa namûsê zivirn. Ger zelam ne amade bit, jin jî dişên bi erkê pakijkirna namûsa xwe rabin. Ev hêma gelek tunde di vê dastanê da.

   Nefret krin ji cengî di vê dastanê jî da dihêt vedîtin, ku di demekê da ceng wê malê pirt û belave dikit, eve jî nîşanek ku kurd ji cengan hez nakin, ger neçar nebin. Rolê jinê baş di civka Kurdî da diyar kiriye, ku ew jî Eyşê piştî Memê çavên xwe ji hemû mêran digirt û heta ku dema Memê li dergehî dit Eyşê weha jê ra dibêjit:

Mêvano serê min bi gorî,

Emrê min bi qurban,

Here alîyê uda pîredêyo.

Erke tu siwarî

Bila hespa te bikişîne tewlêyo,

Erke tu birçîy,

Ji te ra bîne êmekêyo,

Ji te ra bavê yorxan û yastiqîyo,

Razê, sbî here,

Bila bibe sedeqa serê Memêyo (Cindî, Evdal, 2008: 333).

Di vê varyantê da, mêhvanperwerîya jina Kurd û dilosozîya wê beramber hevjîn û malbata wê doyar dibit. Eyşê neşêt dergehî lê vekt, lê dîsa wî wek mêhvan vedihewînt û berê wê didit mezina malê ku ew jî xesiya wê ye.

   Ya dumahyê û ya ji hemûyan bi hêztir rewşa xemnak û derdeserî ya civaka Kurdî nîşan didit. Hemû deman di cvaka Kurdî de şîn û girîn heye. Ji hemû milan ve Kurd tûşî trajîdên mezin dibin. Û bûye parçeyek ji wêneyê jiyana wan. Ev dastan jî gelek tirajîdye û bi sedan sale maye ser zarê dengibêjan û bûye birînek mezin li ser dilê wan û bi sitran û awaz wê birînê dikewînin.

Jîder:

Binham Mihemed Pinae, nhênyekanî şaristanyetî Yonanî kon, w. Zahîr Mihemed Reşîd, çapî duwem, xaney çap û bilawkirdnewey Çiwarçra, Slêmanî, 2015.

Hacyê Cindî û Emînê’Evdal, folklora Kurmanca, dezgay çap û bilawkirdnewey Aras,  Hewlêr, 2008.

Rohat Elakom, di folklora Kurdî de serdestya jinê, çapa duyê, Avesta, Stembol, 2013.

Jan Dost, Adat û Rsumatnameyê Ekradye Mela Mehmudê Bayezîdî, çapa duyê, Nûbhar, Stembol, 2012.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *