Kurteçîrok: Ismaîl Hacanî
Wekî nujê bi min ve nisyaye di gel min dixut, dinivt, xwe dişut, heta destavî jî serî wî şûre li ber lingên min. Jê direvim li pîşya min diiçt. Paş dizivrim di ber min re dizivrit. Car nîv mirovekî bejin kurte li ber lingên min, car Decaleke difina wî gezekê dirêje, li erdî wekî peykerekê ye li pîşiya min. Ez tif dikmê xwe nalvînit, civîna didmê lale bersiv nadit. Eve kîy ye çi ye çi ji min divêt?
Ez nizanim lê tinê şirîkê jiyana min e û ji min venabit. Nedihête telaqdan li Dadgehê, nedihête birîn bi niştegerîyekê û ji min vebit tinê ez hizir dikim ji ber wî xwe ser û ser li sergîfekî bidim.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *