Dîwan hozana ya helbestvanê Kurd Mueyed Teyibî ya bi nave Gemiyek Li Nav Biyabanê ji weşanên Avestayê bi alfebeya Latînî derket. Dîwan ji 216 rupelan pêk dihêt. Hêjay gotinê ye ev dîwan bo cara êkê bi alfbeya Aramî li Bajêrê Dihokê çap bûye.

Gemiyek li nav biyabanê
Ne destên rûbarekî digehinê
Ne çengên baranê

Gemiyek li nav biyabanê
Bila her ba
Xêliyên wê rake govend û dîlanê
Wê çi rê li ber nemane
Ji bilî Tofanê

Gemiyek li nav biyabanê
Ger vê carê
Tofan jî hat
Paşî dahat
Ne Cudî milê xwe dide ber
Ne Ararat

Du çengên şikestî ne
Li nav daristanê

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *