Nivîskara Kurd Karoş Taha xelka bajarê Zaxo ye hêjayî xelata Wêjeyê ya Hohenemsê hat dîtin.Nivîskara Kurd Karoş Taha xelata xwe di merasîmekê da wergirt. Karoş Taha piştî ku xelat wergirtî ji medyaya Avûstûryayê re diyar kir ku ji ber di nava malbata xwe bi Kurdî û Almanî diaxive, berhemên wê hêja ne.
Karoşê got: “Êdî xewnên min bi Kurdî û Almanî ne Ez ji ber wergirtina vê xelatê matmayî mame”
Romana Karoş Taha ya bi navê ”Vegotina Meşa Kêvjalekê” sala 2018an hatiye weşandin û beriya niha jî romana wê li eyaleta NRW a Almanyayê hêjayî xelatê hatibû dîtin
Weşanxaneya Hohenems a li Avûstûryayê, ji sala 2009an ve Xelata Wêjeyê dide nivîskarên ku zimanê wan ê dayikê ne Almanî ye û Almanî dinivîsin.
Çavkanî:Riataza