Hevpeyivîn: Xedeng

Romannivîs û çîroknivîsê Kurd Hesenê Metê navek diyare di edebyata vegêrankî ya Kurdî de. Wî bi berhemên xwe xizmetek baş a ziman, çand û wêjeya Kurdî kirye. Berhemên wî di nav rexnegir û ekadimsyenan bi başî dihên pejrandin û xwendevanek baş li xwe kom vekirye û berhemên wî bo zimanên biyanî jî hatîne wergêran. Ji wan nvîskarên kurde, xwe gelek bi babetên mirovî û derûnî ve grêdaye û şîyaye nasnameyek taybet ji xwe re çêbike di warê nivêsînê de.  Ji bo ku baştir bikevin di cîhana wî ya nivêsînê de, me wek Malperê Xedeng bi fer dît em çend pirseka arasteyî cenabê wî bikin û baştir cîhana wî ya edebî binasn.

 Weke dîyar we rolek mezin di edebiyat dîyasporêya kurdî de hebû, her ji nivêsînê heya bigehe wergêranê, gelo nivêsînê çi da we?

Bersiv: Ez bi xwe tiştekî ji nivîsînê napêm ku bide min. Ez napên ku însan kitêbên min bixwînin û bibin însanên şareza an jî zîrek. Lê bawer dikim nivîsînê hişt ku ez bêtir hay ji xwe û kurdbûna hebim, nivîsînê hişt ku ez êşa dûrketina ji ax û welatê xwe, ji nas û dost, ji dê û bavê xwe sivik bikim.

Em di gelek nivîsên we de hesta gunehê dibînin û di demekê de we romanek dostoyeviskî ji bo zimanê kurdî wergerandîye, gelo em dişin bandora dostoyeviski li ser berhemê we bibînin? di çîrokên we de mijara xemgînî û reşbînyê gelek dihêt vedîtin, sedemên vê yekê bo çi eger vedgerin?

Bersiv: Bandora Dostoyevskî ne tenê li nivîskar yan jî li hunermendekî dibe… dibêjim çi kesên ku Dostoyevskî bixwîne, li gor xwe piçekî ruhiyeta wî binase, bandorek lê çêdibe. Lê ku ez vegerim ser pirsa xemgînî û reşbîniyê, bêguman eva li gor nefsa herkesekî tê guhertin. Lewra nefsa her însanekî dunayeke xwe ya taybet heye. Dema ez li rewşa xwe û li nefsa xwe, li rewşa bajar û welatê xwe, li rûdan û rewşa tevayiya kaînata Xwedê dihizirim, dibînim ku tiştên ez pê kêfxweş bibim gelek kêm in. Ew kêfxweşiyên kêm jî, bi ewê êş û azarê nake ku meriv pê dijî. Gelek ji wan rûdanên ku îro li jiyanê, li dunyayê dibin ne tiştên kêfxweşiyê ne, ne tiştên pesindarî û şikirdariyê ne… tiştên welê ne ku meriv pê dêşin. Û bêguman eva jî reşbîniyekê li derûniya merivî peyda dike. Lê însan mahlûqekî ecêb e: rojekê ji ber mirina dê û bavê xwe xemgîn dikeve û digirî, roja dîtir daweta xwe çêdike û radibe govendê. Tiştê ez tênagêhîjim ev e… lê diyar e eve jî hîkmeteke Xwedê ye.

Gelo Hesenê metê xwe wek romannivêsek serkeftî dibîne yan çîroknivêsek?

Bersiv: Ez bi xwe nikanim bibêjim ez serkeftî me û serkeftiyê kîjan cûreyê me. Baştir e ku xwendevan û rexnegîr evê yekê bibêjin. Lê ez bi xwe ji forma novelê(çîrokê) hez dikim. Çi kurt, çi dirêj… novel formeke kurt û konsantre ye. Forma novelê rê nade gotinên hîç û pûç, rê nade gotinên zêde.

Haya we çend ji edebiyata başur bi taybet ya Behidînî heye?

Bersiv: Rastî ew e ku ez bi alfabeya erebî nikanim baş bixwînim. Ji ber vê hindê min zêde hay ji edebiyata başûr nîne. Lê dizanim ku berhemên gelek baş hene, nivîsakrên gelek serkeftî hene. Ew berhemên ku ji alfabeya erebî transkribeyî latînî bûne, yan jî wergeriyane kurmanciya latînî, nîşan didin ku berhemên gelek baş hene, nivîskarên serkeftî hene: Mueyed Teyib, Bextiyar Elî, Şêrzad Hesen, Ebdillah Pêşew, Şêrko Bêkes tenê çendek ji van kesan in ku min berhemên wan xwendine. Lê ez dizanim ku zêdetir jî hene.

Nivêskarî ji bo we derd e yan derman e?

 Bersiv: Ez wusa bibêjim: hem derd e û hem jî derman e.

Esimilesiyon, ji welat derxistin (deportation) û zilma siyasîya Dewleta Turka çend tu pal day ji bo nivisinê? Yan  ji bo te nivêsîn girê daye bi girêyên derûnî û takekesî?

Bersiv:Min hîç wextekê nivîsîna bi kurdî weke alaveke li hemberî dûrketin, asîmîlasyon, zordariya sîyasî û tirkan nedîtiye. Nivîsînê ez weke tiştekî pir asayî û takekesî dibînim, tiştekî li ser esasê hizir û derûniya nefsa xwe dibînim. Lewra bi nivîsîna çend berheman ne asîmîlasyon disekine, ne lingên me bi erdê me ve diçespe û ne jî zardariya sîyasî  xelas dibe.

Hesenê Metê ta çi rade ji edebiyata xwe razîye û ta niha ewî ew berhem yê wî divêt nivîsandîye yan ne?

Bersiv: Wusa bibêjim: Tiştên ku min nivîsîye bi başî û xirabiya xwe ve, bi xêr û gunehê xwe ve yên min in. Xêr be jî, guneh be jî min qebûl e.

Em dizanin ku xwekuştin li nav nivîskaran de berbelav e, gelo wek wêjenivîsek kurd Hesenê Metê hizir kirîye di vê çendê de?

Bersiv: Belê, gelek caran… lê eva nayê wê maneyê ku xwekuştin çareserî ye.

we çi pirojên nivêsînê bo dahatî hene?

Bersiv: Anuha li ber destê min çend tişt hene, lê baş nizanim ka ez bikanim binivîsim an ne.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *