Ehmed Altan

Werger ji tirkî: Omer DEWRAN

Karuso yek ji wan çend kesan bû ku di nav milyaran mirovan de, xwedê wek diyariyekê, dengekî nayab û bê wêne dabû wî. Di dema bêdengiyê de weke hemû kesan bû, lê gava devê xwe vedikir, di qirika wî de dengek derdiket wek sulavekî zelal bû ku eve ne wek dengê hemû kesan bû.
Dengê wî, ew ji hemû kesan cuda û cewaztir dikir.
Li hemû cihanê digeriya, konsêrt dida, nav û deng, dirav û gelek hezkirî bi dest xwe ve dihanî.
Rojekê ji rojan di nav vê keftûleftê de, pêrgî keçekê bû û dil kete wê.
Keçik, ji malbateka dewlemend bû û bavê wê “deng” kêm dikir û ji bo wî, ya giring pare bû.
Jiyana wan gelek aloz û dijwar bû.
Rojekê ji rojan, Karuso piştî çend konsêrtan, çû bajêrê dildara xwe. Hez dikir wê bibîne.
Lê nehêlan.
Gotin;
Divê tu xwe bigehînî konsêrtê, hemû kes çaverêne.
Belkî cara yekê bû Karuso gazinde ji dengê xwe kir, ew dengê ku wî ji mirovên din cewaztir dikir:
Dema ez bixwazim li cihekî bimînim, ma pêdiviye dengê min li cihekî din be?
Ew evîne li pêş çavên ewên din wek pelatingeke rengîn diyar dibû,. Ew pelatînga ku di nav fanosekê de dilive, serbora wan rengereng û çalak diyar dikir. Lê baştirîn hevoka ku dibû pênasaya binbestiyê, ew her sê hêma bûn “zelam, jin û behremendî”.
Karosu birayê hejda xuşk û birayan bû û zarokê malbateka hejar yê Napolî bû. Serincrakêşiya wî ne ser û sîmayê wî yê gundî, ne ew rêveçûna wî ya qure, ne jî ew henekên wî bûn ewên ku li gel hevalên xwe yên zaroktiyê dikir. Belku ew dengê wî bû, ew dengê awarte, ew dengê hem nerm, hem xurt bû, ew dengê ku tê de lerzeke xwedawendî hebû.
Ev deng bû, bibû egera keça New Yorkî ya zengîn ku bibe evîndarê Napoliyê gundî.
Lê di heman dem de, dîsa ev deng bû, rêk li pêş Karuso digirt û nedihêla ew xwe bigehîne xweştiviya xwe.
Ev dengê bilind, hem egera pêkvebûnê, hem jî ya cudabûnê bû.
Karuso, di dumahiya sedsala borî û destpêka vê sedsalê de, yekem kes bû ku dengê wî di qawinê de hate tomarkirin. Piştî bû evîndarê keçeke Newyorkî, hingê hest pê kir, ji bo her behremendiyekê, her serkeftinekê, her cudahiyekê, pêdivî bi qurbanîdanekê heye. Pêdiviye mirovek behremend, jiyana xwe li gel behremendiya xwe dabeş bike. Nexasme jiyana xwe bike bin fermana behremendiya xwe, daxwaz û arezuyên xwe tepeser bike û xwe ji jiyanê vekêşe.
Dengê wî ew dîl girtibû, rêk nedida wî da xwedanê wê tenora yekta, li dûv daxwaza xwe bijî.
Dest ji dengê xwe bernedida.
Ji ber ku ew bêyî dengê xwe, ne çi tişt bû.
Ji dengê wî xweştir, çi tişt nebû ta ku bide evîndara xwe jî.
Lê, da bişêt dengê xwe bide wê jinê, pêdiviye ew deng li gel fermana wî be û li gel wî bihête nik wê xanimê.
Û ne di şiyan de bû, vê çendê vegêre ji bo xweştiviya xwe.
Xanimê pirs dikir digot “ma em ji bo çi neşên bi azadane bijîn”, “ma evînî ne xurttirîn tişte?”
Lê tênedigehişt, ew zelamê ku jê hez dike, di rastiyê de ne zelame, ew bi tenê denge, ruxsariya zelam dide û ew ruxsarî jî, koyleyê denge.
Karuso jî hest pê dikir ku ew leşe nikare hem xizmetê ji bo wî û hem jî ji bo dengê wî bike. Pêdiviye dest ji yekê berde.
“Pêdiviye mirov bi azadane bijî, li pey evîna xwe bikeve”, pêkhînana vê amojgariyê ji bo Karuso tişteke gelek dijwar bû.
Ya rast, hêjta nedizanî ka kîjan ji wan, jiyane.
Jiyan evîn bû, yan stiran bû?
Heger her du li gel hev neguncin, ya pêdivî kîjane da ji bo xwe yekê jê helbijêre?
Kîjanê helbijêre, erê ew dê bibe egera jiyana azadane?
Ya giring deng bû, yan ew leşê ku hêlgirê denge?
Karuso ew roj li pey dengê xwe çû.
Paşê çû nik evîndara xwe.
Xweştiviya wî çi caran ew nebexişand, berî bihête cem wê, çû li pey dengê xwe ket. Çê dibe wê çendê wek berjenga evîneke kêm bibîne, belkî dilê xwe de gotibû, “heger bi têr û teselî ji min hez kiriba, dê pêştir hatiba nik min”.
Lê hest pê nekir, ew leşê ku dengekî hinde mezin heldigre, dê çi caran azad nebe.
Wek Tolstoyê ku bi behremendiya xwe, pekeftî bû, wek Madam Kurie ku jiyana navbera taqîgeh û derveyî taqîgehê, Karuso jî heta dumahiya temenê xwe berdewamî da şerê deng û leşê xwe. Hemû caran leşê xwe bire cihê dengê xwe û hemû caran jî hest bi poşîmanî û gunehbariyê kir.
Paşê seraray malbata jinikê, li gel xweştiviya xwe zewicî û guh neda dengê xwe, ew dengê ku hemû caran wek kesê sêyem dikete navbera wan.
Her û her wek sê kes jiyan.
Deng li wê derê bû, her di navbera wan de bû.
Hindek cih hebûn, pêdivî bû deng li wê derê be.
Dema Karuso hez dikir li gel jina xwe be jî, bi nifir û kînekî li pey dengê xwe diçû.
Çi caran, li gor daxwaza xwe, evîna xwe nejiya.
Hemû cîhanê bi kêfxweşî guhdariya wî dikir, lê wî bîriya mala xwe û xweştiviya xwe dikir.
Rojekê ji rojan, berî dest bi konsêrtê bike, xwîn ji qirikê hat.
Ew qirika ku jê dengê xweş derdiket, tûşî pençeşêrê bibû.
Seraray hemû daxwazan, wî dest ji konsêrtê berneda.
Nexweşiya wî aloztir dibû û ew diêşand.
Te digot qey ew dengê mezin, qalikê xwe dişikêne.
Dawiya dawî, ew qalik parçe bû.
Deng û xwedanê wê jêk vebûn.
Xwedanê deng çû cihê pêdivî pê heye, deng jî ma li cihê xwe, li wê cihê ku pêdivî pê heye.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *