Hevpeyvîn: Umêd Segvan

Mirov hemû ji alyê cesedey û çewanyê  ve wek hevin, xudan yek nasnamene, çi reş çi spî, lê belê tiştê ku wan ji hev cida dike zmane, anku herkes xudan zimanê xwe yê serbexwe ye, lewran mirovî hertim viyaye amrazekê  bo xwe peyda bike, bo lêktêgehiştinê. Ji ber vê çendî jî wergêran baştirîn amaraze mirov derbazî cîhana kesek, netewe û çandek din bibe. Ji bo vê meremê me fer dît em vê mjarê di gel wergêrê genc Jîwar Ebdulhekmî bo malperê Xedeng lidarbxin.

Ger ji kerema xwe bo me bidî naskirin.
Ez Jîwar Ebdulhekîm. Ez li 28 Adar a sala 1992 hatîme ser dinyayê. Ez hilgirê bawernama bekaloriyosim di ziman u edebiyata zimanê Îngilîzî de. Ez mamosta u wergêrim. Min şeş berhemên çapkirî yên wergêray hene.

Wergêran dişêt bi çi away xizmeta Nasnama Kurdî bikit?
Lawazîya gelê Kurd di huner û edebyat û sînemayê de, êke ji wan egerên here gring û rastewxo yên ko kartêkirinê li ser hemû sekterên wê diket. Ev trajîdîya dubare ya ku bi serê gelê me dihêt, ji ber nehişyarîya meye. Eger niha me karîba evê rewşa xwe ya trajîdî biguhorîn û bikîn filmên sînemayî û kevalên hunerî û roman û berhemên edebî, helbet wê me rûyekê balkêş û şaristanî bidaba nasnama xwe. Goman têde nîne ku ger me bikarîba; van xalan bi hêz bikîn, wê Kurdistan di rewşek timam cuda de ba.
Wergêran tê hijmartin wek pirek bo vegohastina rewşenbîrî û keltor û nerît û şaristaniyet û pêzanîn û hizran. Helbet bêy hebûna bizava wergêranê, welat û hevwelatyên wî; dê mînine veder û veqetyayi ji cîhana ji derve. Wergêran hunerek xwesere ko penayê bo dahênan û hestewerê zimanî û şiyanên ji êk nêzîk kirina keltor û miletan dibit. Mirov bi rêka berhemên wergêranê dişên mifay ji tecrube û ezmon û serborên êk werbigrin. Helbet nvîserên mîna Fiyodor Dostuvêskî û Albêrt Kamo û Gabrîyêl Garsîya Markêz û Franz Kafka şiyan miletên xwe bo cîhanê bidin naskirin û bêjine hemû cîhanê ko miletê me jî xwedî edebiyat û huner û me’rîfeye. Bêgoman rolê wergêranê di gerryana van berheman li seranserî cîhanê, diyar û aşkeraye.


Kurd dişên bi rêya edebiyatê bigehin maf û heqên xwe?
Bi rêya edebiyatê bitinê helbet nexêr, lê edebiyat êke ji wan rêkên lezgîn û karîger ko em dikarin bi rêya wê, xwe bo cîhanê bidin naskirin. Ma çi tişt wek nivîsînê dişêt bilez çîrroka miletekê sitemlêkirî bo neteweyan bide naskrin?
Nvîser cîhanê bi rengek cêwaz dibînît û ji alîyek din temaşey wan tişta dikit yên ku xelk bi sadeyî lê dinêrin. Ew cîhanekê di afrînit ku têda perdeyê ji ser hemû tiştan radikit.
Lê li vêrê pirsek din tê kaxê; “gelo nivîserên Kurd şiyane bi rêya edebiyatê, karekî weha bo Kurdan bikin ko bigehin maf û heqên xwe?”
Roman û çîrrok û helbest di barekî gelek xirrabdanin li wellatê me. Nivîserê kurd neşiyaye bibit global û li ser astekê cîhanî berhemê xwe pêşkêş bikit. Gelek caran nivîserên me dinivîsn ji bo ku bitinê berhemekî wan hebt û di nava xelkê de behis bikit. Ew nvîsînê dikit pirsek nêrcisî, nek pirek ji bo azrandin û têhzirînê. Ew di çarçuvekê diyarkirîda dinvîsît û qeyd û zincîrên xwe yên hizrî neşkandîne. Dîsan jî bizava wergêrrana berhemên Kurdî bo byanî di astek gelek lawaz de ye.

Tu wek wergêrrek, çi berhem başin bihên wergêran; roman, lêkolîn, fîlosofî, yan pertukên zanistî?
Helbet eve ew pirse ya ko divêt wergêr ji xwe bikit; ji bo ku bişêt bihêt vallahîyekê tijî bikit. A rast; em pêdivî rîformek giştgirîn. Em di hemî bwaranda hejar û lengîn. Em pêdivî hemî bwaranîn.
Heta berî çar salan jî, berhemên ko li ber destê me bûn; hindek pirrtûkên helbesta bûn ko nvîserekî nivîsa bûn bitinê da ko bibit endam li cihekî. Zêde li ser wan; hindek pirrtûkên ayînî yên sinordar bûn li ser çewanîya şûştina destnivêjê yan kirina nivêjê. Li van dawîya bizav hebûn, lê çi bizav bûn? Hindek dezgeh û pirtûkxaneyan ji ber meremên xwe yên bazirganî; ku danaye berî meremên rewşenbîrî û me’rîfî; wergêraneka xirab û seqet dana ber destê xûneran. Helbet eve bû egerek ko ta radeyekî êdî xûnerên Badînan bawerî bi wergêrrên Badînan nemînît.

 Di wergêranê da, tu tûşî arîşyên zimanî bûye?
Ez bawer dikim ku hemî wergêr û di hemî zimanan de, ne bitinê di zimanê Kurdî de; arîşeyên zimanî yên heyn. Helbet wergêran piroseyek gelek hestiyare.
Lê di zimanê Kurdî de, gelek arîşeyên zimanî dikevin di rêka wergêrî de. Bigre ji nebûna peyvên berhev û nebûna rênivîseka wekhev û ristesazîyeka lêkday. Helbet eger jî cuda cudane.

Tu zimanê Kurdî di çi ast de dibînî? Erê dişêt pêşkevtinê bi xwe ve bibînit?
Zimanê Kurdî ne zimanek hejar û lawaze. Helbet dikarit pêşbkevit û destkarîyên baş têde bihên kirin. Bitinê ew çaverêy hindê ye ko zimanvan û nivîser û teknollocîst xwe lê bikin xudan.

Wergêrran dikevit di çarçûve yê dahênanê de?
Helbet dahênanek mezne dema ku wergêr bi rîyekê têkstî wergêrit ku ruh û ramanên nvîserî nemirin.

Bo çî pêdivîye berhemên biyanî bihên wergêran bo ser zimanê Kurdî?
Mirov dikarit bi du rêyan jiyana xwe dewlemend bikit û formek e rewşenhizrî û me’rîfî werbgirt:
Yek: geştkirin.. Helbet geryan li welat û cihên nû, dibit egerek bingehîn ko mirov bigehite astek bilind. Lê ev tişte ji bo takê kurd bi zehmete, li demekî ko dahatê wî bitinê têra pêdivîyên wî yên rojane dikit û evê derfetê ji dest didit.
Du: xwandina pirtûka.. Helbet bêy wergêran, mirov nikart aşna bibit digel keltor û dab û nerîtên welatên dîtir. Li vêrê gringî û wezîfeya serekîya wergêranê berciste dibit.

Bo çî pirtûkên Kurdî nahên wergêran bo zimanên byanî? Te hizrek di pirojek bi vî away kirîye?
Helbet herdem ez çaverê me ko xizmeta nivîserên Kurd bikim. Ez li bendê me ko peyamên nivîserê Kurd pêşkêşî cîhana ji derve bikim. Lê divêt di vî prosey de hemahengîyek hebt digel nivîserî.


Tu bi kîş wergêrrê Kurd daxbarî?
Hindî berhemên Kurdî û nivîserên me bikevin ber destê min, ez derfeta xwandina wan ji xwe nakim û gelek caran gotarên rexneyî û şirovekarî jî li ser dinivîsm, lê bi rastî ez berhemên biyanî pitir bi zimanên wan dixûnim. Ji ber ko ez dişêm bi zimanê Îngilîzî û Erebî û Tirkî bixûnim û binvîsim, ez xwe bextewer dibînim. Lê ez danpêdanê dikim ko her çende gazinde hene ji wergêrana me, lê bi rastî jî me wergêrên husta hene li Badînan û keda wan cihê rêz û hurmetê ye.

Te li ber nîne, ji wergêranê derbazî nivîsînê bibî?
Dibit ko wergêran rêyek bit min girt bit, ji bo ku bikarim derbazî cîhana nivîsînê bibim. Lê bi rastî jî nivîsîn berpirsyarîyek hestyar û mezine. Helbet divêt nivîser xwedî hizrek azad û cîhangir û rewşen bit. Her dîsan jî bibt hustayek jêhatî di zmanî de.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *