Ev pertuke ji nivîsîna Suad Sultan Şamsî, nivîsera jin ya Îmaratî ye. Ev pertuk ji layê Sefîn Zêbarî ve bo ser zimanê Kurdî hatîye wergêran û Pertukxana Cizîrî bi çapa wê rabûye.
Pertuk ji deh pişka pêk dihêt, tê da basê arîşe û nakukyên jîyana hevjînyê dike, hemû ev arîşe di serdemîne. Di her êk ji va çîrokan, jin bi cida û zelam cida behsê arîşeyên xwe dikin û li dumahya her beşekî nivîser çareserîya hevseng bo wan diyar dike, naveroka pertukê giringîyê bi evînî û lêk têgehiştina hevjîna bo jîyaneka asudetir dide, her çîrokek ji wan deh çîroka serboreka tjî ji zanyarîyan pêşkêş dike. Cext li ser çewanya xwe qurtalkirin ji rutînîya jîyana hevjînyê û ser ji nû peydakirina dildarîyê dide. Ev pertûke dibe ferhengeka bi hêz ji bo herkesî  ku biçe di nav Hêlîna Zêrîn da.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *