Guy de Maupassant

Werger: Omer DEWRAN

Min pir ji wê hez dikir. Mirov ji bo çi hez dike? Gelo, ma ne tişteka seyre ku mirov di dinyê de bi tenê tiştekî bibîne û hizrek hebe, her wesa di dilê wî de bi tenê hesta arezûyekî bike, yan jî di nav lêvên xwe de bi tenê navekî dubare bike? Navek, wek derbûna çavkaniyekî, ji kûraniya giyanê heta ber bi lêvan bilind dibe, her dihête gotin, careka din dubare dibe, wek nizayekî li her derê dihête gotin.
Ez behsa çîroka me nakim. bi tenê çîrokeka evînê heye û ew jî hemû gavan wek xwe ye. Me hev nas kiribû û ji hev hez kiribû. Hemû tişt eve bû. Ez heta salekî, bi awayekî girêdayî û zindanî, di nav milên wê de, bi dilovaniya wê, evîna wê, di nav cilên wê, peyvên wê, awirên wê de jiyam, hogirê hemû tiştê wê bûm. Her tişt hinde bê hevta bû ku min ne dizanî ka şeve yan roje, mirî me, yan zindî me, li kê derê me.
Û mir. Çawa? Nizanim, hîç nizanim.
Şevekê baran dibariya, bi awayekî şil û pil vegeriya malê. Rojtira din kuxiya. Heta heftekî kuxiya û kete nav nivînan.
Çi lê hatibû? Qet nizanim.
Doktor dihatin, dinivîsin û diçûn. Derman dihanîn, jineka birînpêç jî derman dida wê. Destên wê germ bûn, eniya wê tên û disojiya, awirên wê birîqedar bûn, lê xembar bûn. Li gel wê diaxivtim, wê jî bersiv dida min. Nizanim, me çi gotibû hev? Min her tişt, belê her tişt ji bîr kiribû. Mir û çû; ew keserkêşana dumahiyê ya lawaz, pir baş dihête bîra min.
Jina birînpêç got “Ax”. Hingê min zanî! Êdî çi tiştekî nizanim. Çi tiştekî… Dengê metranekî dihat û digot “dosta we” min wesa dizanibû ku neheqiyê li wê dike. Madem miribû, êdî heq bi kesî re nebû, jê re wesa bibêje. Min berda metranî, metranekî din hat, xweşmêr û camêr bû. Dema behsa wê kir, ez giriyam.
Di derbarê binaxkirinê de gelek pirs ji min kirin. Qet nahête bîra min. Tabuta wê, ew dengê her çekûçekî ya ku li mîxên tabutê diketin, baş dihête bîra min. Ax xwedêyo!
Hate binaxkirin. Êdî di nava wê çalê de bû! çend kes, çend heval hatibûne goristanê. Ji wê derê reviyam, min baz da.
Demek dirêj di kolanan de bi rê ve çûm. Paşî vegeriyame malê. Rojtira din bûme rêving.
Dohê vegeriyam Parîsê.
Dema min jûra xwe, jûra me, nivînên me, kelûpelên me, ji nû ve, ev mala ku piştî mirina wê tiştên bermayî tê de ne, dîtin, xemeka wesa mezin hinava min rapêça, piçek mabû pencerê vekim û xwe bihavêjime ser kolanê. Min nedikarî ez bimînim di nav van dîwarên ku her tiştê wê, leşê wê, kelêpelên bermayî tê de ne. Min kumê xwe girt da derkevim. Berî ku bigehêm dergeh li pêş awêna mezin derbaz bûm ewa ku ewê bi destê xwe danabû holê. Berî ku derkeve ji der ve, li pêş vê awêneyê ji serî heta binî, li xwe mêze dikir, lê dinêrî ka ew cilê ku kiriye ber xwe lê dihêt yan ne û porê wê ciwane yan ne.
Demekî dirêj beramberî vê awênê mam ewa ku rengê dîmenê wê dide. Wê awênê hinde rengê wê dabû ku pêdiviye wan dîmenên wê jî biparêze.
Li wê derê, awirên min li ser camê asê man, bi awayekî kûr, dûr û lerzokî mam beramberî awêna vala. Pêdiviye ew awêna ku hindî awirên min evîndarê wê ye, hindî min dilketiyê wê ye, dîmenên wê di nava xwe de veşêre. Têgehiştim ku ez ji wê awêneyê hez dikim. Min destên xwe lê da, sar bû! ax bîrewerî! Ax bîrewerî! Ewa dijî, ewa mirî, ewa tirsnak ya ku bûye egera hemû êş û keseran, ew awêneya dilsoj! Wek têkçûna rengveda awêneyekî, ew mirovane çi bextewarin xwedan dilekîne ku dikarin hemû hez û evîna xwe ji bîr bikin. Ez çend dilgiranim. Min xwe gihande kolanê, bêyî ku pê bihesim, bê hemdî xwe ber bi goristanê ve çûm.
Ez ser gora wê el bûm. Goreka sade bû, mermerek û çend xaç li ser bûn û çend peyv li ser nivîsîbûn: “hez kir, hate hezkirin û mir”.
Li wê derê bû û di wê çalê de riziyabû! Eve çi tirs bû! eniya min li ser axê bû, ji ber hîskehîskan difetisîm.
Li wê derê gelekî mam. Paşî têgehiştim bûye êvar. Di wê bîskê de ketim nav daxwaza hesteka seyr, şêt û bê hêvî. Min hez dikir wê şevê li gel gora wê bim û bigirîm. Lê heger min bibînin, dê min ji goristanê derbixin. Çi bikim?
Rabûme ser xwe û di nav vê warê miriyan de bi havî havî geriyam. Geriyam û geriyam. Ev der beramberî warê zindiyan çend yê biçûk bû! seraray vê çendê, jimara miriyan çend ji yê zindiyan zêdetir bûn. Ewên ku şeraba fêqiyan, ava kaniyan vedixwin, nanê deştan dixwin, hêj avahî û kolanên mezintir û cihên din dixwazin.
Lê ji bo hemû miriyan, hemû miriyên ku heta dor dihête me, ji bilî axeka biçûk çi tişteka din nevêt. Xak wan distîne, jibîrkirin wan veder dike!…
Min dît ez di nav dumahiya goristanê de gehiştime gora ewên ku ji mêj ve mirine, hatine jibîrkirin, bûne parçeyekî axê û êdî xaçên wan jî rizîne. Li şûna wan dê paşerojê de miriyên nû bihêne çalkirin. Ev der baxçeyekî mezin bû, bi goştê mirovan xwe têr dikir, tê de gul, darên reş û bilind hebûn.
Bi tenê bûm, tik û tenê bûm. Li ber darekî rûniştim û mam. Min xwe veşart di nav çiqilên pelgstur û tarî de.
Û wek mirovekî di keştiya niqombûyî de xwe li parçeki keştiyê ve girtî, min jî xwe bi darekî ve girt û mam.
Dema bû şev û her der bû tarî û tarîstan, ez ji cihê xwe derketim û bi gavên hêdî û bêdeng li ser axa ku mîrî tê de ne, çûm.
Demek dirêj peyta-peyta geriyam. Min gora wê peyda nedikir. Min milên xwe ber bi pêş ve dirêj kiribû, çavên min vekirî, dest, ling, çok, sîng, nexasme serê xwe jî li gorên miriyan dida û digeriyam, lê min ew peyda nedikir. Min destên xwe lê dida, wek koreyekî li rêka xwe digere, destên xwe dida keviran, xaçan, şivşên asinî, tacegulên çilmisî. Tiliyên xwe li ser pîtan dibir û dihanî û nav dixwendin. Ew çi şevek bû, çi şevek bû! min gora wê peyda nedikir!
Tavahîv nebû. Her der tarî bû. ditirsiyam; tirseka pîs ketibû nava dilê min li ser wê rêkên biçûk ya di navbera goran de dirêj dibe. Gor, gor, gor. Her der bi gor bû. Li rastê, çepê, paş, pêş li her derê gor hebûn. Çokên min nedigirt û êdî nikarîbûm bi rê ve biçim. Li ser gorekî rûniştim!
Dengê tepîna dilê min dihate ber guhên min! Tiştên din jî dihatin ber guhên min. Eve çi bû? boşatiyeke têkel ku hêj navê wê nehatiye danan! Ev deng ji kê derê dihat? Ev deng ji serê min yê gêjo mêjo bûyî, ji şeva tarî, yan di bin axa raz ya ku bi termê mirovan tijî bûyî, dihêt? Min li dewrûbera xwe dinêrî!
Nizanim heta kengî li wê derê mam. Ji ber tirsa xwe nikarîbûm xwe bilivînim, hiş ji serê min çûbû, amade bûm, bikim hawar û biqêrim û bimrim.
Ji nişkê ve, min wesa dizanîbû ku ew mermera ez li ser rûniştime dilive. Belê te digot qey yek wê radike, kevir diliviya. Yekcarî min xwe ji wê derê hilavête ser gora pêş. Min dît ew kevira ku ez li ser rûniştime, radibe. Ji nişkê ve mirî diyar bû, qerqudeyeka rût, bi pişta xwe ya huz kevirê mermer havêt. Min ew didît. Şev çend ya tarî be jî min bi xweşî ew didît. Li ser xaçê wesa nivîsîbû: “Jacques Olivantê ku 51 salî miriye li vê derê dinive. Gelekî ji malbat û hevalên xwe hez dikir, rastgo û bi namus bû, çû ber dilovaniya xwedê”.
Mirî jî nivîsên ser kêlê gora xwe dixwend. Paşî kevirekî tûj û biçûk li ser erdê rakir û pê ew nivîsîne kola. Hêdî hêdî hemû nivîs jê bir, bi çavekî vala berê xwe da cihê ku kolaye û bi serê hestîkê ku demekê tilîka wî yê eşedê bû, pîtên birîqedar nivîsî:
“Jacques Olivantê ku 51 salî miriye li vê derê dinive. Diviya mîrata bavê xwe werbigre, ji ber vê çendê jî bi peyvên xwe yên dilsoj, mirina wî leztir kir, êşkence li jina xwe, zar û zêrçên xwe kir, hevsûyên xwe xapand, dema delîve dît dizî kir û bi belengazî mir”.
Dema mirî nivîsa xwe qedand, bêyî ku bilive berê xwe da berhema xwe. Gava min li pişt xwe nihêrî, min dît hemû gor vebûne, hemû term ji gorên xwe derketine. Min dît hemû nivîsa kêlên xwe ewên ku ji aliyê malbatên wan ve hatine nivîsîn, jê dibin.
Min dît ew hemû bavên baş, jinên dilsoz, kurên cangorî, keçên pakîze, baziganên rastgo, jin û zelamên bê kêmasî, di rastî de çi êşkence li kes û karên xwe kirine, çend kîndar, bênamus, dûrû, derewîn, fêlbaz, bêbext û dexesin. Min karên wan yên şermîn, kirêt, dizî û yê xapandinê didît. Hemûyan li ser derazînka xwe ya sermedî, rastiyên jiyana xwe ewên zalim û pîroz ya ku çi kesek nizane, yan jî xwe wek nizanin diyar dikin, dinivîsîn
Min hizra wê çendê kir ku evîndara min jî li ser kêlê xwe nivîsiye.
Êdî bê tirs, di nav tabutên nîv vekirî, term û qerqudeyan de min ber bi gora wê ve baz da; min dizanîbû ez wê zû peyda dikim.
Berî niha li ser kêlê dinivîsî, “hez kir, hate hezkirin û mir”.
Niha jî wesa hatibû nivîsîn: “Rojekî, ji malê derket, evîndarê xwe xapand, çû gel dostê xwe, baranê lê kir, serma xwer û mir”.
………………….
Dema roj heltê, bi awayekî nîv mirî min li tenişta gorekî radikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *