Amadekirin: Xedeng
Xalis Xelîl li sala 1945 li bajêrê Zaxo ji dayik bûye. Navê wî yê dirost Xalis Xelîl Hîdayet e. Xwendina xwe heta qonaxa pêncê amadeyî li Bexda xwendîye. Li sala 1960 dest bi vehandina hozanan kiryîe, ku li destipêkê bi zimanê ‘Erebî hozan vehandine. Bi şun de bizavên pir xort kirîne ku hozanan bi zmanê Kurdî binvîsit û şiya hest û xeyala xwe bi zimanê dayikê bi awayek serkeftîyane derbirit û cihê xwe di wêjeya Kurdî de bikit.
Xalis Xelîl pitir wek hozanvanek lêrîkî (sitrankî) dihêt naskirin û bê guman di vê bîyavî de destek xort yê nivîsandinê hebûye, ji ber ku ji alîyekê ve awaz jî çêdikirin, vê çendê wekir hozana wî gelek sivik, herikbar û têr hest bit.
Huzanên Xalis Xelîlî gelek Zaxo û Xabîr tê de dihêtin dîtin, ku bûye motîfek serekî di hozanên wî de. Ji ber hindê jî gelek caran bi Hozanvanê Xabîrî dihat naskirin her weke di vê hozanê de:
Diçim li hewara Xabîrî
Got xerîbim tu ji min dîrî
Hemî dema min tu li bîrî
Min tu viyayî bi jar û jêrî
Divan dêrên hozanê de Eşqek kûr ya Xelîlî li beramber Xabîrî diyar dibit. Lê ji alîyek dî ve Zaxo jî wek yarekê di hozana wî de dihêt vedîtin, ku di navbera du yaran de şaş û heyrî ma ye. Zaxo di hozana wî de zêde hatîye bi kar înan û êk ji hozanên wî yên navdar li ser Zaxo ye û ji layê hunermend Erdewan Zaxoy ve hatîye gotin:
Zaxoka rengîn ava nabit rondika nerêjî
Çîroka vîna me dirêje hindî tu bêjî
Tu bo jîna min ronahîya duyr û dirêjî
Ez bextê te me canê were halim bibîne
Di vî hoazanê d mirov Xalisek melûl û jar beramber evîna wî Zaxokê dibînt. Herwesan di hozanek dî de weha behsê Zaxo dikt:
Durêt Zaxo perî diruyinin
Xweşya bi çavên xu nabînin
Seyranîne xem revînin
Evîndarin dil helînin
Hemû cara Zaxo di hozanên wî de penageh û cihek serekî bûye.
Piranîya hozanên Xalis Xelîlî ji bal hunermendê nemir Erdewan Zaxoy ve bûyîne stran û hatîne gotin. Mjarên hozanên wî hem evîndarî û hem jî şoreşgêrî bûn. Navdartirîn hozana wî ya şoreşgêrî û netewî, (Ez Dizanim) e ku ew jî ji layê Edrewanî ve hatîye gotin:
Ez dzanim cana dilî nahêyeve
Ew evîna me vehandî bî şilove
Ew bakê me di got hîne bî barove
Ew zev.ya umêd çandî ne çi şove
Xalis Xelîl ji rexekê ve wek şoreşgêr dijî dagîrkarîyê dengê xwe bilind dikit, ji milek dî ve rexnê li rewşa Kurdî û sîyaseta wê digirt.
Xalis Xelîl li roja 20-4-2001 Zaxo û Xabîrî bi cih dihêlit û wexera dumahyê dikit.