Zelamekê Hindî bi navê Biwesa Krîşina, 31 sale, bo demê 9 salane Donald Trempî, Serokê niha yê Wîlayetên Êkgirtî Emrîka diprêsit.
Busa Krîşina, peristgehek taybet çêkirîye û peykerek Trempî jî di nava wê peristgehê danîye, ku tê da rêwresmên peristinê encam didit.
Li gor zanyarîyan, çend sal berî ku Tremp bibt Serokê Emrîka, evî zelamî dest bi peristna wî kirbû.
Ev zelamê Hindî, li gundê Konî li WîlayetaTîlangana dijît. Ev zelam dixazit piştî bimirt bibt hevalê Trempî.
Hindistan ji wan welatên fire ole û olên cor bi cor tê da hene û her êkê bawerî bi xuda û xudawendekê heye.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *