Dilêr Dawod

 

Edeba sembolîk xwedî yasa û statoya xwe ya taybete û ligoreyî hinek taybetmendiyên diyarkirî helgirên evê ekulê berhemên xwe weşan din û ligoreî berhemên nivîskarên evê ekolê em dikarîn hinek taybeymendiyên diyar yên evê qotqbxana edebî diyar bikeyîn:

  1. Xewin û Xeyal:

Li jêr bandora felsefeya reşbîniya Arthur Schopenhauer î sîmbûlîst xwedî cîhanek niqombûyî dinav mijdarî û taryatî û xem û kovanan de û bi dîdgeha wan cîhan nihêniyeke ku bi rêka xeyalê dihêt eşkera kirin. Ev yek jî sedemê wê valatiya siyasî û rewşa xiraba civakî ya ko li rojava belav peyda bûye û dîsan bandora Allan Poe î div xalê de egerk berçave, çunkî berhemên evî nivîskarî ji reşbînî û mijdariyê di pirin.

  1. 2. Mijdarî (Nezelalî)

Sîmbolîst li ser wê bawerê bûn, ku zimanê asayî (nurmal), gutarkî û zelale ne ji sroştê hunerîye û ji qîma wê kêm dike, belku ev cure ziman, zimanek rojane û pexşankîye. Bi evê yekê wan xwe ji zimanê zelal û rojaneyî dur dixist ji bû mebestek taybet. Di heman dem de ew yeke dibe şaşî eger em bihizrîn Sîmbolîst ekemîn kes bûn dergehê mijdaryê dinav qada helbestêda vekrî.  Anku sîbmolîstên destipêkî ev çende bkarînaye, lê nebrengek mebestdar yan jî bi awayek zêderûyî, belku helbestên wan dinêvbera aşkerîy û mijdaryê de bûn û ew bi awayek êkser ji Romansîzm û Pernasîzmê çudanebûne. belko wan her pêgrî bi hinek pîverên wan rêbazan dikir yên ku ew li pêşiyê pêve pêgîr bûn. her ji ber evê yekê em dibînîn “şêwazê Baudelaire î û Paul Verlaine ji yê Rimbaud hinekê zelal û eşkera tire. Zelalî û eşkerayî li vêre ne bi wataya xwe ya sîmantîkî ye, belku ev hinek zelalya li cem Baudelaire û Verlaineî ne ku ew di mijdar û asê nebûn, belku ev zelalye dihê ramana hindê, ku berbest di hzirkinêda û çi namuîy di wêneyên wan de nebin daku wergir bi hêsanî bikarbe bigehe ramanê.” Li vêre jî armanc ji mijdaryê ne taryatî û serdabirne, belku ew dihê wataya serderîkirin di gel hûyirkarên zimanî û lêkdana wan bi rengek ne dirost yan jî derbirîn ji hestan û arestekirna wan yan jî birêka bkarînan hêma û amajeyan yên ku pêdivî me’rîfe û li serhizkirnên e yan jî zêde kurtîkrin yan jî destipêkrin ji asû û baredoxên derûnî û haletên mijdar ku wênekirin û derbirîn ji wan baredûxan karek bi zehmete. Ew baredûx û rewşên sîbmolsît amajê bu diken di mijdar û şêlîne û ji ber ko sîbmol bixwe jî xwedî siroştek nezelale û dibe baştirîn kilîla derbirînê ji ewan rewşan. Di vê qadêda de wergir dikeve di amadekariyek baş wergirtnê de. Ji berku di brusêsa xwandinê da wegrê asayî ji tam û çêja têksitî têr dibe. Lê wegrê çalak bi evê yekê qayîl nabe û dinav wata û ramanên têksitî de diçe xwar wan kud û klîlan li gurey asta xwe ya me’rfî bixwandinên cuda şlove dike.

 

  1. Ketwarek din yan waqiek nû:

Sîmbolîzm li hember felsefeya Pozetîvîzmê û rêbaza Riyalîzmê ketin dijberiyê. Ji ber ko ev herdo araste dijî cîhana xewn û xeyalan bûn. Çonkî li goreyî baweriya sîmbolîstan pêngava helbestê ji ewê xalê destpêdike, dema peywendiya xwe di gel ketwarê nasyar û kehîde dibire. Ew di helbestê de robiroyî naxê xwe dibin û yan kelûpelan dibînin û ew kelupel der siroştin. Her ji ber evê yekê sîmbolîzm bi awayek giştî di keve jêr bandora felsefeya mîtafîzîkî û aydiyalîzmê û “Ev felsefe ji bo wergirtin û têgehiştina rastiyê piştbestinê bi xeyal û aşopê dibestin ta ku xeyalê.” Anku mebesta sîmbolîstan wênekirina rastiyek bilintire ji ewê rastiya heyî. Eve jî dikeve di xaneya felsefeya Pilatonî de, ku her tişt wêneyê xwe ji cîhana mînakî ya baqij û zelel distîne. Bi vê yekê ew beref cîhanek nimoneyî ve çûn û bi nerîna wan hemî rastî di evê cîhanê de hene û ev cîhana nimoneyî di be çareservan ji bû tev alozîyên cîna me ya ketwarî. Bi vê yekê ew ketwarê sîmbolîst dinav de di jian bi nerîna wan ket warek gemargirtî û kevneşop bû her ji ber vê yekê wan ew waqi ne di pejirand û berf cîhana xwen, xeyal û aşopan çûn.

Sîmolîstan berovajî Natoralîstan bawerî bi binemayên zanstî ji bo vedîtin û niyasîna cîhanê nebûn û giyanê mirovî aloztir û dijwartir ji wê çendê dizanî ko dişiyan da be bi bingeh û yasayên zanstî bihête cuda û şirovekirin. Cîhana wan cîhana dilrawkê û dilnexweşî yên neniyas  û dilsarî ji civakî bû û helwîstê wan li hembrî ew civaka ew dinav de dijiyan ji yê helbestvanên Romansîzm dijwartir bû û piraniya wan berê xwe dabûne jiyanek serberdayî û bê berprsyarane li hember civakî. Her ji ber evê sedemê gelek caran ev helbestvane li destpêkê weke helbestvanên Bêbûha dihatin binav kirin.

  1. Muzîka Helbestê:

Goman di wê yekê de nîne ko sîmbolîzm ketibûn jêr bandora mûzka mozîkjenê Elman  Richard Wagnerî û ji bo wan bibû mînekek berz û bilind ji ber ko bi nerîna wan mozîk baştirîn alavê derbirînê ye ji rewşên mijdar bi belgeyê ko ew nabe sedemê vegohastina hizran, belku dahênanê di dîtin, wêne û baredûxan de dike. Bi wateya ku muzîk çi hizran pêşkêş nake, belku wêneyên hizrî di mêşkê mirovî de dirost dike û mêşkê mirovî berf aşopkirinêve dibe, ji ber ko bi nerîna evê ekolê muzîk zêdetir nêzîkî helbstê ye ji hunerên din.

Sîmbolsit gringiyek baş bi awaza helbestê diden, muzîka gutnê û helbestê, mifayî ji hêza dengî yên pît û hevukan bi tak yan jî bi hevra û ji hevguncana wan ya giştî di parçeyên helbestê de distîne. Bi evî sedemî ev hêza dengî dibe erkek gring ji bû derbirîn ji baredoxên gring yên dahênerî û arastekrin ji bû xandevanî daku wergir di nav wan baredoxan de bihizre û ev çende jî li gur dîtna wan beşeke ji hunerî û bi evê yekê sîmbolîstan xwe ji qalbên helbestî yên xwedî kêş û serwadaryên klasîk durêxsit ji ber ko ew yek bûn ji binemaên Klasîzm, Romansîzm û Pernasîzmê û wan ev yeke di helbestên xwe de peyrewdikir, her ji ber evê yekê sîmbolistna ev qalbên kevneşûp helweşandin û dahêna di kêş, sewra û awaza helbestê de kir. Anku wan henekên xwe bi kêş û serwayê dikrin û ew berev binyatnan zimanekê pexşane helbesta muzîka navixweyî çûn û ev pexşane helbeste li cem Baudelaire di (pexşane helbestên bçûk) û li cem Rimbaud di (rişraqat) de dihên dîtin. Her ji ber evan sedeman helbestvanê qutabxana sîmbolîzmî gustav kahin dibêje: sîmbolîzm qutabxana azadîyê ye ji bo hunerî.

Giringîdana sîmbolîstan ji bo muzîkê ji bo sedemê derûnî vedger, çunkî li cem wan muzîka helbestê li nav derûnê mirovî dizêt û Baudelaire bi xwe dibêje:

Muzîk û amajedarî dû tuxmên giringên afrandina helbestê ne. Helbest ji rîtim (awaz)a navxweyî peydadibe û jêderê wê bixwe jî derûnê mirovî ye û ev rîtmejî jo bo mebesta azrandina derûnê mirovî dihê bikarînan.

Bi vê yekê jî nabît helbesta sîmbolîstan ya pîgîr be bi yasayên kêş û serwaya klasîk, ji ber ko ew dibn sedemê çarçovekirina helbestvanî di hin bazineyên teng de û di bin sedemê têkdana dahênanê li cem helbestvanî. Balku ev azadiya helbestê û rîtma navxweyî ya helbestê bandora xwe li ser derûna wergirî bi xwejî dike, çûnke ew awaz di bin sedemê peydabûna hinek ameje û watayan. Her ji ber evan sedeman helbestvanên sîmbolîsk karîn berhemê xwe nêzî naxê wergirî (xwandevan) biken û wan jî bi ket piştevanê peyama xwe û bi vê yekê pirek hevsengîyê dinêvbera xwe û wergirî de avabiken. Her dî vî warî de Verlaine bi xwejî dibêje:

Pêwîste helbestvan giringiyê bi muzîkê biden, çunke muzîk asûyên berfireh û dur li hemberî xwendevanî vedket û dibe harîkar ku keş û hewayekê xweşê derûnî bo xwendevanî dirost dike. Disan ew hevokan bi hevre girê dide û bi hêz diêxe.

Mebesta sereka ya sîmbolîstan ji mûzkê, wan dixwest helbesta xwe bi awazên mûzîkê tam biden û ew hêza efsongera muzîkê heyî bû nav cîhana helbesta xwe jî vegohêzin, da ku bikarin helbesta xwe zêdetir pê karîger biken. Çûnkî di nêvbera deng û watayê de peywendiyek taybet heye û pêdivîye helbestvan hest bi evê peywendiyê bike.

  1. Helbest Azad:

Sîmbolîs ji qalibên kevneşopên klasîk bêzarbibûn û wan xwest dahênanê di kêş, serwa û awaza helbestê de biken, bi vê yekê wan berê xwe da helbesta azad dûr ji yasa û destûrên ku şir li gor wan dihat vehandn. Her çende berî sîmbolîstan helbesta azad hatiye nîvîsîn, lê evê diyardê li ser destê wan cihê xwe girt û bi wanve hate girê dan û yekem kes helbesta azad li firenca nivîsî  Rimbaud bû, belê beriya wî  Walt Whitman li emrîka helbesta azad nivîsîye.

Mebesta sîmbolîsta ji şikandina van qlibên kevneşop dûbara şikandina ketwarî bû. Dîsan pêgîrîgirin bi hinek yasa û destoran nivîskarî çarçove diken, belku azadiya helbijardina riste, hevok û qaliban dahênanê li cem nivîskarî zêde tir lê diken û nivîska pitir dikar derbirînê ji wî tiştî bike yê ew dixaze bibêje. Ji ber ku her berhemek edebî nûnertiya hizir û aşopa novîskarî dike. Eger nivîskar yê azad nebe, wî çaxî astê derbirînê jî dê yê lawaz be.

 

Çavkanî:

  1. Qehtan Bîrqedar: Xesaîs Elremziye. Şebeket Alukah. Dîrûka sûd wergirtinê: 24/9/2018, Ji malperê (http://www.alukah.net/literature_language/0/30545/).
  2. Xilam Mihsîn De Bizrgî: Ji Rêbazên Edebî (Riyalîzm û Sîmbolîzm). Wer: Babê Zeriyê. Kovara Rûgeh, J. (2-3), Zaxo 2012, r. 109.
  3. 3. Antowan Pitris. Eledeb (Terîf – Enwaihu – Mezahibîhî). Elmuesese Elhedîse likîtab, Terablos 2005. r. 346.
  4. 4. Nîmetelah Hamid Nihêlî: Deravek ji Rexnê. 229.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *