Di navbera Zankoya Sakarya Turkiya û Zankoya Zaxo ya Kurdistanê de, protokola hevkariyê hate wajokirin.
Di navbera Rektorê Zankoya Sakarya Prof. Dr. Fatih Savaşan, serokê Zankoya Zaxo Dr. Lezgîn A. Cemîl de, ji bo babetên wek perwerde, vekolîn û guhorînê protokola hevkariyê hate wajokirin.
Li dûv çarçova vê protokola hatî wajokirin, dê hevkariyek bihête kirin di biwarên wek guhorîna xwendekar, akademî û kadirên kargêrî, dabeşkirina pêzanînên pexşan û zanistên hemecûr de.