Alî Gurdilî

   Siyaset, karê birêvebirin û sazkirina dewletê ye. Babeta felsefeya siyasetê jî, dewlet e. Ji serdema pêşîn ve dewlet mijara lêkolînên fîlozofa ye û fîlozof, herdem li ser kirûya dewletê rawestiyane. Ji Platon bigirin, heta Arîstoteles, Macahiavelli, Rouseau û heta fîlozofê Hegel, li ser têgeha dewletê rawestiya ne û gelek zanayiyên rexneyî jî, pêşkêş kirine. Armanca wan ya bingehîn ew bûye, ku kirûya siyasetê şirove bikin û di vê babetê de dozîneyeke (teoriyeke) ava bikin. Ji beşa felsefeyê a ku dixwaze çêbûn (pêkhatin) û çavkaniya dewletê û têkiliyên dewletê ya bi şexsan re û sedemê berdewama dewletê fêhm bike û bizanibe, gelo ka ji rêveberiya îroyîn rêveberiyeke çêtir heye yan na re, felsefeya siyasetê tê gotin. Lêbelê, carinan em dibînin ku felsefeya siyasetê û zanista siyasetê tê tevlîhevkirin. Belam, zanista siyasetê bala xwe zêdetir dide ‘ya ku heye.’ Lê felsefeya siyasetê, bala xwe zêdetir dide ‘ya ku divê hebe.’ û li ser ‘yên ku divê hebin’ radiweste.

Ê baş e, dewlet kengî derketiye holê?

Dewlet, piştî ku civakan dest bi jiyana bicîhbûyî ‘jiyana ne koçber’ kirine derketiye holê. Mirovan, xwestine ku dewleteka ku bikaribe heta hetayê bijî ava bikin, lê di vê yekê de bi ser neketine. Çimku her dewleta ku derketiye holê, hilbera şert û mercên wê demê ye û di her serdemê de hindek îde (raman) hebûne ku di wê demê de jî bûne îdeyên serwer û bi vî rengî jî, xwe dane der. Mesela îdeya serdema navîn, ew bû ku dixwest hemû mirovahiyê di bin banekê olî de bicivîne û bi vê yekê jî, xwe bigihîne îdeya dewleteke gerdûnî. Wekî tê zanîn îdeya serdema nû jî, wekhevî û serbestî bû.

Têgehên Bingehîn Yên Felsefeya Siyasetê

Dewlet

Dewlet rêxistîbûneke siyasî ye û ji aliyê civakên ku li welatekî de dijîn, tê ava kirin. Hêmanên dewletê: gel, welat û serwerî ne.

Desthilatî (îktîdar)

Livoka ku di rêveberiyê de xwedîhêz e û rêbeberiyê, di destê xwe de digre. Ji bo demeke be jî, erka hêzê yan jî rêveberiyê bikar tîne.

Serwerî

Ji aliyê dewletê ve bikaranîna hêza desthilatiyê (îktîdarê) ye. Dewlet bi saya vê hêmanê, li hemberî dewletên biyanî bi awayekî serbixwe tevdigere.

Meşrûtî (Rewatî, Rewayî, Awiştî)

Rewşa, ku li gor zagona ye. Li hember bandêra hiqûqî, amizgeriya tevgera ye.

Zagon (Yasa, Qanûn)

Rê û rêzikên nivîskî yên ku xwediyê danekirinê (mueyîdeyê) ne.

Maf (Heq)

Xwestekên şexsan, yên ku li gorî rê û rêzikan in.

Hiqûq

Koma rê û rêzikên nivîskî, ku têkiliyên di navbera mirovan de verast dikin ‘saz dikin’ û ku hêza xwe ya danekirinê/meeyîdeyê ji dewletê werdigrin.

Civak

Koma mirovên ku li ser axaka hevpar dijîn û ku xwediyê armancên hevpar in. Çanda wan hevpar e û şexs, li hemberî hevdu xwedîberpirsiyar in.

Şexs

Mirovên ku civakê pêk tînin, in.

Civaka Şarwer (Civaka Sivîl, Civaka ku ne Leşkerî ye)

Rêxistîbûna derveyê dewletê. Civaka sivîl li derveyê têkoşîna îktîdarê ye û avahiyeke demokratîk e. Lê ji bo kifşkirin û berhêlîkirina tevgerê dixebite. Di civakên hemdem de şexs, ji bo armanc û berjewendiyên xwe yên şexsî, têne cem hevdu û bi vî awayî têdikoşin. Ev yek jî, bi rêya civaka sivîl pêk tê. Ango bi saya civaka sivîl, şexs li hemberê dewletê bi tenê namînin û bi şexsên din re ên ku pêdivî bi hevkariya hevdu dibînin; li hemberê dewletê radiwestin û têdikoşin. Hêza xwe jî, ji bîr û raya giştî distînin.

Burokrasî

Rêxistîbûna civakî ya destûrmendên dewletê, yên ku bi awayekî hiyerarşîk kar dikin.

Pirsên Bingehîn Yên Felsefeya Siyasetê

Felsefeya siyasetê dema ku li bersiva pirsên Dewlet çi ye? Desthilatî çi ye? Civaka sivîl çi ye? digere û hewl dide ku bi van bersivan bizanibe, rastê hindek pirsên din dibe; yên wekî…

1- Desthilatî hêza xwe ‘yan jî çavkaniya xwe’ ji kû digre?

2- Pîvana meşrûtiya desthilatiyê çi ye?

3- Bi çend şeklan desthilatî tê bikar anîn?

4- Maf û serbestiyên bingehîn yên şexsan çi ne?

5- Gelo wê mirov bikaribin rojekê dev ji burokrasiyê berdin?

6- Wateya civaka sivîl çi ye?

Çend Çavkaniyên Desthilatdariyê

1- Desthilatdarî, ji bo parastina şexsan û ji bo ku şexs bikaribin armancên xwe pêk bînin heye. Desthilatdarî ji ramana parastinê der çûye, ku di vê ramanê de li hemberê êrîş û xeteriyên derve û navxweyî, armanca parastinê heye.

2- Desthilatdarî, çavkaniya ‘hêza’ xwe ji Xwedê digre û desthilatdarî li ser rûyê erdê nûnertiya Xwedê ye.

3- Çavkaniya desthilatdariyê, îradeya hevpar ya şexsa ye. Yên ku vê ramanê diparêzin T. Hobbes, J. Locke û J. J. Rouseau ne.

Li gor ramanên jorîn çavkaniya desthilatdariyê yan pêdiviyên mirovan, yan ol û an jî, peymana civakî ye. Heke em bi awayekî berfirehtir li babetê mêze bikin, wê demê em dikarin bibêjin ku meşrûîyeta desthilatdariya siyasî girêdayê wê hêza yan jî, ramana ku ew afirandiye, ye. Mesela Arîstoteles digot: ‘Armanca dewletê ya bingehîn ew e ku ji hêla ehlaqê ve hemwelatiyên xwe pak û xurt bike. Başbûn yan jî xirabiya dewletê jî, bi pêkanîna vê wezîfeyê ve girêdayî ye.’ Li gorî ramanwerên serdema navîn, meşrûîyeta dewletê girêdayê pêkanîna misyonên olî bû û divabû ku dewlet li ser rûyê erdê nûnertiya Xwedê bike. Li gorî nêrîna Karl Marx jî; dewlet di destê çînên serwer de alavekî zordestiyê ye û xizmeta çînên serdest dike û meşrûîyeta xwe jî, ji vê xizmetê werdigre.

Awayên Bikaranîna Serweriyê çi ne? 

1- Serweriya Kevnoşopî

Di vê şeklê serweriyê de kar û çalakiyên rêveberan û têkiliyên birêvebirin û hatin birêvebrirênê, li gorî adet û kevneşopiyan ve têne kifşkirin. Îteatiyeka/sitûxwarkirineka teqez heye. Birêvebirin ji bavê digihêje kur/lawan. Guherîn, hêdî hêdî pêk tê.

2- Serweriya Qarîzmatîk

Serweriya serokekî xwedîhêz e. Di civakê serok serweriya xwe, ji serkeftinên xwe û karên ku pêk aniye werdigire.

3- Serweriya Rasyonel Yan Jî Zagonî

Serwerî, di çerçoweyek zagonî de dimeşe. Di civakên hemdem de tê dîtin ku di vê şeklê serweriyê de pirensîba ‘cudatiya hêzan’ ango, Qanûnçêkirin, Birêvebririn û Darêzgerî  tê cîbicîkirin.

Mafên Şexsan Yên Bingehîn û Serbestiyên Wan

Ev maf, mafên şexsan yên bingehîn in û nikarin werin dewirkirin. Mafê fikirîn, belavkirina fikirînê, mafê bidestxistina milk (malhebûn) û mafê bijartin û hilbijirînê û hwd. Ev maf ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (BM) ve di 10 Kanûn 1948 ê de, di Daxuyannameya Mafên Mirovî de hatine destnîşankirin.

Dewlet Çawa Derketiye Holê?

Di warê derketina holê ya dewletê de gelek teoriyên sereke:

1- Dewlet saziyeka xwazî ye û wiha derketiye holê.

2- Dewlet saziyeka çêkirî ye û wiha derketiye holê.

1- Dewlet Saziyeka Xwezayî ye

Ji aliyê Platon ve tê parastin. Platon dewletê wek organîzmeyeke makro (herî) mezin dibîne. Platon, bingeha dewletê di xwezayê de û di tebîeta mirovî de dibîne. Platon dibêje ku, ‘tu kes nikare bi serê xwe tenê hewcedariyên xwe pêk bîne û lewma jî, pêdivî bi alîkariya hinekên din heye.’ Dîsa Platon dibêje ku: ‘Di civakekê de rêveber divê fîlozof bin û fîlozof jî, divê rêveber bin.’ Arîstoteles jî vê ramana Platon ya ku dibêje; ‘Dewlet saziyeke xwezayî ye.’ dipejirîne û dibêje ku, mirov xwediyê navgîna (taybetmendiya) jiyana civakî ye. Di nav mirovan de û li cem wan, meyla ‘jiyaneka bi hevdu re’ heye. Çimku taybetmendiyên ku xwezayê daye mirovan, ew encax di civakekê de dikarin vê yekê pêk bînin. Ji ber vê yekê ye ku dewlet, li cem mirov digihêje bingehekê û dibe berdewama xwezayê.

2- Dewlet Saziyeka Çêkirî ye

Ji aliyê J. J. Rouseau, T. Hobbes û J. Locke ve tê parastin. Li gor T. Hobbes, mirov ji tebîetê xwe ve jixwerexwaz [egoîst, xweperest] e. Bi tenê, ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji bo ku bi tenê ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe ‘Mirov, gurê mirov in.’ Ev yek jî di nav mirovan de rê li gelemşeyan [şer, pêvçûn, nerazîbûnan] vedike. Ji bo rêliberdadana gelemşeyan, mirov têne cem hevdu û sitûyên xwe ji otoriteyeke raser re ditewînin. Bi vî awayî organîzasyona siyasî, ango dewlet dertê holê. J. J. Rouseau jî, di berhema xwe ya bi navê ‘Peymana Civakî’ de dibêje: ‘Dewlet, di encama peymaneka ku mirovan di navbera xwe de çêkirine û ku dixwazin bi saya vê peymanê serbest bijîn, derketiye holê.’ Armanca vê peymanê ew e ku, mirov bi awayekî misoger bigihêjin wekheviyê. Ev peyman, bi saya îradeya şexsan ya serbest, pêk tê.

Lêgerîna Bandêreke Îdeal

Hindek ramanwerên ku bandêra sîyasî ne bi dilê wan bû, li bandêreke îdeal gerîyane. Lêgerîna vê bandêra îdeal, rê li du ramanên dijber vekirî ye.

1- Yên Ku Ji Bandêreke Îdeal Bawer Nakin

  1. A) Fîlozofên Sofîst

Fîlozofên Sofîst dibêjin, dewlet saziyeke çêkirî/nexwezayî ye. Mirov, pîvana hemû tiştî ne û her tişt, li gor mirovî diguhere û bandêreka ku ji aliyê hemû mirovan ve were xwestin jî tune. Di xwezayê de çawa ku yên xwedîhêz dikare xwe biparêze û dijî, di civakê de yên xwedîhêz jî divê ku serwer bin.

  1. B) Fîlozofên Nihilîst

Nihilîst, hemû cure nîrx, armanc û otorîteyê red dikin û dijberê hemû zordestiyên civakî, siyasî û ehlaqî ne. Ji ber vê çendê jî, ji ber ku li dijî xwezaya mirovî ye; dewlet û hemû celebên bandêra civakî red dikin. Di vê xalê de mirov dikare bibêje ku, bi anarşîzmê re heman ramanê parve dikin. Çimku li gor anarşîzmê jî, dewlet wekî çavkaniya gelek xirabiyan tê dîtin û ji bo ku civak bikaribe bextewar bijî, divê dewlet ji holê were rakirin.

2- Yên Ku Baweriya Xwe Bi Bandêreke Îdeal Tînin

  1. A) Yên ku serbestiyê wek bingeheke dibînin

Ji vê ramanê re liberalîzm tê gotin. Takekesîtî, li pêş e. Ji bo hebûna bandêrek îdeal, pêdivî bi serbestiya ferdan heye. Wekhevî jî, encak dikare wekheviya azadiyan be. Serbestiya şexsan, mafê wan yê herî xwezayî ye. Nûnerên vê ramanê A. Smith, St. Mill û John Locke in.

  1. B) Yên ku wekhevîyê wek bingeh dibînin

Ji vê ramanê re sosyalîzm tê gotin. Mafê bingehîn ê şexsan, jiyanek wekhev e. Ji bo avakirina wekheviyê jî, divê hemû haletên hilberandinê ji destê şexsan werin derxistin û bibe malê hemû civakê. Serbestî, di rêza duyemîn de tê dîtin. Bandêra îdeal jî, encax di civakek bêçîn de dikare pêk were. Parastkarê vê ramanê S. Simon, R. Owen û K. Marx in.

 

  1. C) Yên ku edaletê wek bingeh dibînin

Ev tevger yan raman, mirov dikare bibêje ku li dijî lîberalîzm û sosyalîzmê wekî bertekekî derketiye holê. Edaletê wek pirensiba bingehîn dibînin û wiha bawer dikin, ku li ser bingeha wekhevî û serbestiyê, civakeke îdeal dikare were avakirin. Mafê şexsan yên bingehîn û serbestiya wan, esas e. Pîvanên bandêreke îdeal wiha tê vegotin: Serbestî, wekhevî, edalet, raseriya hiqûqê, serweriya gel û demokrasî. Parastkarê vê ramanê ê sereke, J. Rawis e.

Çavkanî

Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Weşanên Soran – 201

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *