Sabîr Reşîd

ji soranî: Umêd Segvan

Qonaxa yekem;Qonaxa dest pêkî ya çîroka Kurdî heya sala 1925:

Li vî derê ji bo destnîşankirina qonaxa dest pêkî, hizir û bîrên cida pirin sebaret çîroka Kurdî ya tomarkirî. (Ferhad Pîrbal) dest pêka çîrokê bo çîroka (Mem û Zîn) a (Mela Mehmudê Bayezîdî) ewa ku li sala 1856 bi diyalêkta Kurmancîya jûrî nivêsandî. Paşî giş çîrokên wî di pirtukek serbexwe de hatin çap krin. D.’îzedîn Mistefa Resûl, (Mewludnameya Şêx Husênê Qazî) (1790-1870) bi dest pêka sadehî ya çîroka Kurdî dihejmêre.

Hinek nvîskarên din çîroka (Foadê Temo) ewa ku bi nav û nîşanê (Şewîş) li sala 1913 di kovara (Rojî Kurd) de hatî belav krin, bi dest pêka çîroka Kurdî dihê hijmartin.

Reûf Hesen, çîroka (Boçî Clixwarim) ewa ku hijmara (15) sala 1925 di rojnama (Pêşkewtin) (1920-1922) bi dest pêka çîroka Kurdî dihê zanîn. Lê belê piranya nvîskaran bi taybet (Hsên ‘arf) û (Omer Me’rûf Berzincî) di pertukên sebaret qonax û behiskrin û destinîşankirina çîroka Kurdî, çîroka (Lexewma) a (Cemîl Saîb) 1925 nvîsandîye bi dest pêka çîroka Kurdî dihijmêrin.

Qonaxa duyem; Qonaxa peydabûnê (1925-1939):

Di vê qonaxê de piranîya lêkolîner û rexnegrên çîroka Kurdî, çîroka (Lexewma) a Cemîl Saîbî 1925 bi dest pêka çîroka hunerî ya Kurdî dihejmêrin. Gelek lêkolîn di vê mjarê de hatîne nvîsandin.

    Piştî wî çîroka (Meseley Wîjdan) a (Ehmed Muxtar Caf) li sala 1927 formek hunerî bi çîroka Kurdî bexşî, helbet hinek jî lêkolînerên Kurd weke (D.Ebdulla Debax) û (D. Adil Germîyanî) wek roman dibînin, bi taybet Adil Germîyanî, lêkolîna xwe bi awayê pertuk bi zimanê Arebî belav kirye.

   Çend çîroknivîsên din di vê qonaxê de, dihên dîtin, çîrokên xwe di kovar û rojnameyên wî çaxî belav kirîne. Weke (Pîremêrd, Husên Huznî Mukiryanî, Mehemed Alî Kurdî).

Sîmayê çîroka Kurdî di vê qonaxê de wek sîmayê çîroka Êraqî (Xewnamêze) anku amadeya xewnane. Diyare jî herduyan bandor li ser hev hebûne û di yek çavkanî çîrok zane û bi taybet haydarîya çîroka Kurdî ji çîroka Êraqî Aerebî.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *