Mîcan AL-Riwîlî û Saed AL-Baziî

Wer. Ji Zimanê Erebî: Dilêr Dawod Fetah

Têrmê Realisma efsonî li salên heştêyan ji sedsala bîstê gelek belav bû ew jî piştî belavbûna komeka berhemên çîrûkî yên Emrîka Latîn mîna nîvîskarê Jorge Luis Borges (1899-1988) û nivîskarê Kolmbî Gabriel García Márquez (1928-2014), lê bi rengek din bikaranîna evî têrmî ji bo demek durtir diçe, li sla 1925 Honermendê Elmanî Franz Roh bi heman navnîşan di pertukek xwe de bi evî navî nîqaşê li ser hinek areste û taybetmendiyên  wêneyên nîgarkêşiyê li Elmaniya di  destpêka sedsala bîstan de têrmê realisma Efsonî şilove dike. Piştre di warê honerê şêwekariyê de bi awayek berfireh bikartîne. Bi karînan evî têrmî di evî warîde amajê dide wan tabiloyan yên ku zêdetir nêzî Soryalîzmî dibin ji ber ko ew babetên hatîn wênekirin û tiştên di nav de hene bi xerîbî û namûya xwe nêzî cîhana xewin û xeyalan dibin û forim û sembolên wa ne diasayî û kehîne.

Namobûn(Xerîbî) beşek bingehîn a realisma efsonî ye di karê wêjeyî de. Bi taybetî di hindirê roman û çîrûkê de. Piraniya caran romannivîs huratiyên ketwarî yên gelek sade behisdiek û  di yek dem de tevlî babetek xerîb û gengaz dike, bûyerek sade û ketwarî bi awayek efsonî û gengaz vedbêje ku gengaze rûbide. Belê wê hestê ji bo wergirî dirost dike ku ew bûyer di ketwarî de rûdaye û bûyerek rastîne yan jî dibe rûbide. Ji mînakên belavên evê çendê di çîrûka “Pertoka Xîzî” ya Jorge Luis Borges î de derdikeve pêşberî me, ev çîroke bi awayek sade jiyana mirovekê vedgohêze kû hez ji Pertûkan û kumkirina tiştên kêmpeyda(nayab) dike.  Rojek ji rojan zelamek xerîb dihêt û pertûkek xerîb û neasayî bi wî difroşe. Evê pertûkê destpêk heye belê dawî nîne û navê wê pertûkê Xîz e, divê romanê de Borges saloxdanek gelek ketwarî a wî zelamî dike, ku çawan ropelên pertûkê heldet tûşî matman û sersormanê dibe. Bû mînak ew zelam ropelek diyarkirî di xwîne û jimara ropelê jî li ser e, belê dema wê pertukê digire nikare cardin vegere heman ropelê yan jî nikara cardin wî ropelî bibîne. Ev cende gelek caran dûbare dibe û heman encam dibe. Ev cend bi rastî ketwarek efsonîye. Lê nîvîskar evê çendê wêne nake ji bo xweşî û çêş wergitinê, belku nivîskar dixwaze bi rêka raman û hizrên fîlozofî dupatbike ku ew cîhana em bi rengek kehî û asayî dibînîn, di rastî de xerîbiyek mezin di nav de heye.

Ji nîskarên din yên ku di bikarînana teknîkên realisma efsonî de navbangiya xwe bidestxistine nivîskarê Italo Calvino(1923-1985), û nîvîskarê Ingilîzî John Fowles (1926-2005) û yê Gêrmenî Gunter Grass û nivîskarê birîtanî yê bi regez Hindî Selaman Rojdî(1947). Dîsan hinek taybtmendiyên evê renge riyalîzmê di berhemên nîskarên beriya van jî de dihên dîtin, mîna Franz Kafka(1883-1924) û
Heinrich von Kleist (1777-1811) û Hoffmann.

ÇAVKANÎ

Durix, Jean-Pierre. Mimesis Genre, And Post-Colonial: Deconstructing Magic Realism. New York: St. Martin Press, 1998.

Linguanti, Elias, et. al. Coterminous Worlds: Magical Realism And Contemporary Post-Colonial Literature In English. Amsterdam: Rodopi, 1999.

Zamora, Lois Parkinson and Wendy B. Faris, eds. Magical Realism: Theory, History, Community. Durham, North Carolina University Press, 1995.

 

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *