Alî Gurdilî

Renê Descartesê fîlozof, zanyar û matematîkzan, di 31 Adara 1596an de li navçeya Tourainê, li La Haye’yê hatiye dinyayê. Babê wî hiqûqzanek bûye û Descartesî di malbatê de wekî zarokê çaremîn hatibû dinyayê. Rene Descartes ji zayîna xwe ve zarokekî narîn û şikestok bûye. Di dema zayînê de hindik maye ku bimire. Piştra bi xêra dêşîra xwe, xwe bi ser hev ve daye û jiyana xwe domandiye. Lê narîntiya laşê wî, carinan bi kêrî wî jî hatiye. Mesela li dibistanê roja lehdê hemû zarok serê sibê zû radibûn, lê ew heta wextê nîvro radiza. Di demeka kurt de, pêderxistin ku Descartesî zarokekî aqilraser e. Heta heşt saliya xwe, ji aliyê mamosteyên taybet ve hatiye perwerdekirin. Di sala 1604an de, ji bo xwendinê wî dane dibistaneka cizwîtan. Ev dibistana ku bi navê ‘La Fieche’ dihat nasîn, di wê demê de yek ji wan dibistanên herî baş yê Ewrûpayê bû. Descartes di vê dibistanê de deh salan hatiye perwerdekirin û di nav van deh salan de dersên klasîkên yewnan û romayê, zimanê fransî, mûzîk, şano, siwarî û eskrîmê sitandiye. Dibistana ‘La Fieche’ di warê felsefeyê de girêdayê dazanîna Arîstoteles bû û perwerdeyeka skolastîk dida xwendevanên xwe. Descartes dibêje Şika Metodîk ya ku min bingeha wê damezrand, di demên wê dibistanê de ku wek barekî giran bû li ser pişta min, hatiye hilberandin. Piştî qedandina La Fiecheyê, Descartes dikeve Zaningeha Poitiers û piştî du salan dîplomeya hiqûqê werdigire. Lê wî hiqûqzaniyê yan jî ev bibêjin parêzeriyê nekir û di dewsa vê yekê de bi armanca xwendina pirtûka dinyayê û vekolandina kesayetiya (xwebûna, benlîka) xwe, dest bi nivîskariyê kiriye. Di vê dewrê de Descartes xwe, hêjî xwe nezan dihesibîne û dibêje ku ji bo zanîna tiştekî, yan jî cudakirina başî û xirabiyê, ez hê ne xwediyê tu pîvanekî me û dikeve nav lêgerîneka bi vî rengî. Di sala 1618an de Descartes diçe Felemenkê û bi dilê xwe, xwe li Artêşa Orangê dinivîsîne, beşdarê Şerên Sih Salan dibe, lê di dema şer de ti caran yekser nakeve pêvçûnan. Leşkeriyê derfeta fikirîna kûr daye wî. Di sala 1619an de xewnekî dibîne û wiha difikire ku di dawiya vê xewnê de ‘cogito ergo sum’ ango, bingeha zanistek nû damezrandiye. Di navbera salên 1621 û 1628an de piştî geştên xwe yên Macarîstan, Fransa û Îtalyayê, li Felemenkê bi cîh dibe. Bi taybetî jî pirtûkên xwe yên bi navê Axaftinên Li Ser Rêbazê, Medîtasyon û Hêmanên/Prensîbên Felsefeyê dinivîsîne û bi nivîsandina van pirtûkan re jî bi bêolîtiyê tê tawanbarkirin û jêre kartezyen (bêol) hatiye gotin. Pirtûkên wî, wê demê dikevine nav lîsteya pirtûkên qedexe. Hê di dema dibistana Cizwîtan de jî, xebatên Galileî, Kepler û astronomîyê dişopand û di dibistanê de jî beşdarê komên ku xebatên bi vî dişopandin, dibû. Di wê dewrê de bala xwe dide geometrî, fizîk û optîkê û ev baldarî, wiha demekê din dom dike. Di wê dewrê de pirtûkên wî yên Diyoptri (bi mercekê re têkildar e) û Meteors (bi kevirên esmanî re têkildar e) têne weşandin. Lê bi taybetî jî Descartes, bi dîtina Analîtîk Geometriyê re navdar bûye. Di Reşemiya 1650an de li Stockholmê ku li ser vexwendina şahbanûya Swêdê çûbû wê derê, bi nexweşiya zatûreyê dikeve û dawî li imrê wî berhemdar tê.

Çavkanî

Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *