NOFEL ŞÎRÎNOV

 

 Di navbera salên 1960- 1970yî de di ‘Beşê Kurdolojiyê ya Enstîtuya Zanistên Rojhilat a di Akademiya Azerbaycanê de xebatên mezin hatin kirin. Di wan salan de zanyar, zimanzan û wêjevanên bi navê Elî Galawêj, Rehîmê Qazî, Hûseyin Kurdoglu, Şamil Esgerov, Zûmrûd Şefiyeva, Mûhammed Şemsî xebatên kurdolojî û wêjeyê weşandine û di demeke kurt de berhemên xwe afirandine. Di bin banê Beşê Kurdolojiyê de; M.Î Şemsî li ser ‘Şerefname’ ya Şerefxanê Bedlîsî, Hûseyîn Kurdoglu li ser berhemên Abdûlla Goran, Şamil Esgerov li ser helbestvaniya Cegerxwîn, Zûmrûd Şefiyeva jî li ser mijara ‘di helbesta kurdî de destan’ kitêb û makale nivîsandine û ev berhemên wan îro ji bo lêkolînerên Kurd bûne çavkaniyên bêhempa. Şayanê gotinê ye ku rewşenbîr û nivîskarên mîna Ezedîn Mûstefa Resûl, Kemal Mezher, Nesrîn Fexrî, Rehîmê Qazî û Kerem Amoyev tezên xwe li heman akademiyê amade û pêşkêş kirine.

TEZA WÎ YA DOKTORAYÊ  –“Helbestên nûjên ê helbestvanê kurd Cîgerxwîn”

Helbestvanê navdar sala 1968-a derbarê efrandarîya helbestvanê Kurd Cîgerxwîn da doktora nivîsîye û navê doktora ulmê fîlolojîyê stendîye. Bona xwendevanên Azerbaycanê efrandarî-poyêzîya Cegerxwînva bîbîne nas, Şamîlê Selîm derbarê helbestvanê şoreşger da pirtûka xweye bi navê “Helbestvanê gel” dîde weşandinê.

            Li ser edebiyata kurdan di sedsala 20 de xebateke herî hêja ji hêla Şamîl Askerov ve hatiye nivîsîn. Navê teza wî “Helbestên nûjên ê helbestvanê kurd Cîgerxwîn” e. Teza doktorayê li ser sê beşan diçe.

  1. Jiyana Helbestvan
  2. Berhemên wî
  3. Di Afirendina Cîgerxwîn de Mînakên Hunermendiya wî

            Di vê teza xwe de Askerov bi çaveke nûjen berhema Cigerxwîn dinirxîne. Afirandina Cîgerxwîn wekî afirîneriyeke xwezayî dibine. Askerov dema qala Cîgerxwîn dike wisa dibêje: “Cîgerxwîn helbestvanek wisa bû ku qala dozeke mezin dikir bû. Çewa helbestkarek welatparêz bû wisa jî hem jî helbestkarek xwedî hüner bû. Afirandina wî mîna neynika jiyana gel e. Di vê neynikê de belangaziya gundiyan em pir baş dibînin. Zordestiya ku Axayan li ser gundiyan dikir jî di berhemên wî de kifş dibe”.  Nêzikiya Şamîl Askerov a bi vî şeklî her çend rast be jî aliyeke din heye ku ew jî nikare xwe ji îdeolojiya dewleta Sowyetê dûr bixe. Xwe armanca nivîsandina tezeke wisa jî ew bû ku nêrînên sosyalist ên Cîgerxwîn derxîne pêş çavan.

            Askerov afirîneriya Cîgerxwîn derdixîne pêş û dixwaze nêrînên wî yên di derbarê jiyana civakî de ye derxîne ber çavan. Bilî ve dixwaze li gor qaîdeyên sosyalîzmê nêrînên helbestkar derxîne holê.

Di beşa duyem a teza xwe de Askerov di rûpela 15 de wisa dinivîse: “ Cîgerxwîn ne tene ji qala gele kurd lê qala hemî gelen bindest ên ku ji hêla emperyalîstan ve keda wan dihat xwarin dike. Ew beg, şex û axayan rexne dike. ne wekî helbestvanên serdema xwe qala gul û bilbilan nake lê qala pirsgirêkên siyasî û civakî dike”. li vir jî dertê ku nivîskar nikare derkeve li derveyî îdelojiya sosyalist.

Nivîskar di berhemê de digel afirineriya helbestvan rewşa civaka kurdên wê serdemê jî dinirxîne. Di rûpela 45an a berhema xwe de mînakekê ji rojnameya komînîst dide û dinivîse: “komkujiyên ku li hemberî welatparêzên Iraqî hatiye kirin, qetlîyamên ku li kurdan tene kirin gelên Sowyetê bi hêrs dike. Mirovên Sowyetê piştgiriya kurdên ku ji bo gele xwe têdikoşe dike”. pişt re mînakan ji helbestên Cîgerxwîn dide û qala baweriya wî ya îdolojiya sosyal3ist dike. wisa dibe ku ew helbesta ku Cîgerxwîn ji bo roja jinan nivîsandiye jî li gor pivanên sosyalîzmê rave dike.

Di helbestvaniya Cîgerxwîn de gelek caran rexneyê olî hene . Askerov jî ev yek gelek cara derxistiye pêş di teza xwe de. Wek mînak helbesta Cîgerxwîn a bi navê “ev ne dîne dîntiye” qal dike û dinivîse: “ Cîgerxwîn di vê helbesta xwe de gunehê xwe bi wan kesê ku li hember şexan sitûyê xwe xwar dike tîne. Cîgerxwîn li dijî dîneke wisa çewa ku ji bo azadî û serxwebûne tekôşîn dike berxwe dide”. Nêzikiya Askerov a bi vî şeklî welk me li jorê jî diyar kiribû ji ber îdeolojiya Sowyetê bû.

Ji berhemên Askerov kifş dibe ku ew ne kesekî atesîst e. Hemî rîtûelên ola îslamê pêk dianî.

Askerov di beşa sêyem a berhemê de afirîneriya Cîgerxwîn a hunerî derdixîne pêş. Askerov lehengên Cîgerxwîn bi karanîne, bi çavekî edebî lêdkolîne. Wateya kûr a helbestên kurd derdixîne pêş.

Destpêka berhemê, beşa yekem û beşa dawî ya berhemê em dikarin bêjin ne li gorî qaîdeyên îdeolojiay Sowyetê hatiye nivîsin. Bihayeke pir baş ji bo afirineriya Cîgerxwîn hatiye dayîn div ê berhemê de.

Huseyîn Kurdoglu û Berhema wî ya bi navê Helbestên helbestvanê kurd ê nûjen Abdullah Goran

Di Akademiya Zanisti ya Azerbaycanê de di derbarê helbestvanê kurd Abdullah goran de jî xebatên pir baş hatine kirin. Teza doktarayê ya di derbarê Goran de ji hêla kurdnas û helbestvan Huseyn Kurdoglu nivîsandiye. Beyî ku em qala teza wî bikin di serî de em hinek qala jiyana Huseyn Kurdoglu bikin.

Huseyn Kurdoglu di sala 1934an de li serbajarê Kurdistana Sor li Laçînê hatiye dinê. Zimanê kurdî ji malbata xwe digre. Di sala 1953-1958an de xwendina xwe ya li ser fîlolojiyê li zaningeha Bakûyê dike. Demekê di telewîzyona dewletê ya Azerbaycanê de dixebite. Pişt re di Enstîtûya Zanistên Rojhilatê ya Akademiya Azerbaycanê de dest bi xebatên xwe dike. Di sala 1966an de teza doktorayê ya di derbarê helbestvanê kurd Abdullah Goran de nivîsandiye pêşkeş dike. Heta beşa kurdolojiyê ya Akademiyê hebe li wir kar dike.hem wekî zanyarekî hem jî wekî helbestkarekî tê nasîn.

Helbestên wî cara yekem di rojname Sovyet kurdistan de di salên 1940an de hatiye weşandin. Ew di jiyana civakî û siyasî de jî ciheke girîng girtiye. Ew di heman demê de yek ji damezînerê komaleya ronahî û rojnameya dengê kurd e ku li Azerbaycanê hatibû damezirandin. Kurdoglu berhema Rehîm Qazî peşmerge” ji bo zimanê Azerî wergerandiye. Bilî teza ku em dê qa wê bikin gotarên bi navê “ di helbestên kurd de ramanên lênîn”, “lêkolîna di helbestên nûjen ên kurd de ramanên Sosyalîzmê” jî nivîsandiye.

Kurdoglu di sala 1966an de teza xwe ya di derbarê Abdullah Goran de nivîsandiye û ew di sala 1969an de wekî pirtûkekê çap kiriye. Berhem ji sê beşan  sereke û 13 bin beşan pêk tê.

  1. Beşa yekem
  2. a) di rêya jiyan û hunerê de
  3. b) salên giran
  4. c) destpêka wî ya nivîsandinê
  5. Beşa duyem

a). Di helbestvaniya goran de pêşveçûna realîzmê

b). Evîna Lîrîkî

  1. c) têkoşîna di riya evîna azadiyê de
  2. d) peyzaj
  3. e) Tasfîra xwezaya welat
  4. f) lîrîka Siyasî
  5. g) pasindana wî ya li ser azadiya neteweyî û enternasyonalîzmê
  6. Beşa sêyem
  7. a) helbestkariya Goran de taybetiyên hunerê
  8. b) janr û têşaya helbestên Goran
  9. c) Wezna Helbestên Goran
  10. d) Zimanê Helbesta Goran

            Huseyn Kurdoglu afirineriya Goran wekî sê beşan dabeş dike. Di salên 1920-1930 Romantîzm, 1930-1945 realîzm û serdema sêyem 1945-1960 jî wekî realîzma sosyalîst bi nav dike. Kuroglu bêhtir li ser beşa sêyem disekine. Ev yek jî ji ber îdeolojiya Sowyetê pêkdihat. Di wê serdemê de li ser pirtûkan tesîra dewletê pir bû.

            Li gor ramanên Kurdoglu di serdema sêyem a nivîskariya Goran bêhtir baş dibe û derdikeve asteke jor. Di rûpela 24an ya berhemê de kurdoglu dinivîse: “piştî salên 30î Goran bêhtir nêzî jiyana realîst dibe. Ew xweşikbûna mirovan ne lê xweşikbûna welêt û keserên welêt li gor pîvanên realîzmê dinivîsîne. Kurdoglu bingeha ramanên xwe bi riya helbestên Goran “Şehît” û “li ser riya megrî” saxlem dike.

Berhema zanîstî ya yekem a ku Azerbaycanê çapbûye ev berhem e. Ev berhem di sala 1976an de ji bo zimanê erebî li Baxdayê tê wergerandin. Pêşiya wê yekê jî di rojnameya Ettaaxî” de beş beş hatibû weşandin.

Şukru Mustafa yê ku wergera berhemê kiriye wiha dibêje: “ afirîneriya Goran li Azerbaycanê pir baş hatiye hînbûn û pir baş hatiye bilêvkirin”. Şıkru Mustafa jî Goran wekî helbestkareke sosyalîst binav dike.

Kurdoglu bi vê xebata xwe kedeke mezin ji bo edebiyata kurdî kiriye. Taybet jî di Edebiyata kurdên Qafqasyayê de keda wî divê hertim were bîranîn.

ÇAVKANÎ

(Mîrzoyêv Knyaz; “Edebî ûfûqler” îrevan.1986 (Zimanê Azerî

(Şamîlê Selîm; “Pira Hemyar” Baki. 2006 (Zimanê Kurdî

Şamîlê Selîm; ‘Helbestwane Gel’ Baki. 1968 (Zimanê Azerî

(Huseyın Kurdoxlu: Helbestên helbestvanê kurd ê nûjen Abdullah Goran 1969 (Zimanê Azerî

(Xalîd Esgerov, Berzanî Esgerov ‘Ji her kanîyê dilopek’. Bakû. 2000 (Zimanê Kurdî û Zimanê Azerî

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *