Eşq Çi ye
Eşq ew alî ye ku nayê dîtin. Eger tiştan du alî hebin, du cur bin diyar (dîtin) û nediyar (nedîtin), eşq dikeve di sînorê nedîtinê de. Her ji ber vê sedemê ne hêsan e em xûdê eşqê bi xwe nîşan bidin, anku pênasekirin û bercestekirina eşqê karekî gelek giran e û ew bi tena serê xwe meydaneke berfireh e û mirov nikare bi sanahî wê bide naskirin. Bi gotina Ebuîshaq Karzunî, eşq hebûn e, eşq ezmûn e û peywendî bi aliyê ruhî yan menewî yê mirovî ve heye (Edhem, 2017: 23). wate eşq tiştek e bi çav nahê dîtin, belku hest pê dihêt kirin, anku eşq birîtî ye ji hestkirin, derdkêşan û serencrakêşan beramberî kesekî yan tiştekî, ew kesên aşiq dema hev dû dibînin, laşê wan dest bi derdan hormona oxytocin dike û ev hormon bi hormona aşiqên nasyar e (Kabilan, 2014: 220). Mirov dikare bêje her dem eşqa mirovî bo tiştekî ciwan, nazik, buha, serincrakêş yan jî hunerek ciwan weke wênekêşan, nexşe, zarvekirin, muzîk yan her tiştê kartêkirinê li mirov dike, diçe (Kimale, 1978: 21). Weke dihê zanîn eşq ji du regezên tevlihev dirust dibe: regezê nefsî û regezê zayendî. Belê hêza yekê ji ya duyan xurttire û kontrolê bi regezê zayendî dike. Di meydana felsefî, sofîgerî û edebî de eşq xwedî dîrokeke kevnar e û gelekî li cem fîlozof û mitesewif û şairan hatiye behskirin bi taybetî li cem sofiyan. Wan pêkol kiriye kontrola regezê zayendî ya eşqê bikin û bibin evîndarên nefsî, her ji ber vê çendê wan pena ji bo eşqa Xwedê biriye, da ku vê valatiya eşqa dinyayî pê tije bikin û ev çend jî ji hêla piskolojiyê ve cihê pirs û nîqaşê ye. Bi vê sedemê Suhrewerdî dibêje: “Eşq û muhbet peywendî bi ciwanî û zewqê mirovî ve heye û ev jî tiştek xudî ye, bi watayeke dî, eşq yek e ji derkeft û teceliya hebûnê, ku wate eşq diyardeyeke derveyî mirovî nîne. Belku xetîrek e di derûnê mirovî de, her ji ber vê çendê gewher û naveroka mirovî ye berî cesteyî û aliyê madî” (Edhem, 2017: 25). Weke diyar e eşq ne tenê di navbera du kesan (cins) de ye û wate eşq ne tenê eşqeke şehwanî ye belku dibe mirov bibe evîndarê eşqeke ruhanî û nefsî (Kimale, 1978: 21). Ev jî gelek li cem arif û sofiyan reng vedaye. Mitesewif eşqa insanan li ser du beşan dabeş dikin: eşqa mecazî û eşqa heqîqî. Eşqa mecazî eşqa li hember cinsê dîtir e, eşqa heqîqî jî eşqa Xwedayî ye (Adak, 2015: 129). Eşq bi qonaxên xwe yên dîrokî gelek berfireh û berbelav bûye û xwe xistiye di nav piraniya biwarên jiyanê de.
Eşq li cem Fîlozofan
Dema mirov li dîroka mirovatiyê dinêre dikare bibêje mirov bi xwe karêkterek aşiq e, karkirin û xebatkirina mirovî, dîsa mirov her dem xwe ji kawdan û nexweşiyên dunyayê diparêze û hez nake bimire, ev hezjêkirina mirovî ji bo jiyanê dibe sedem ku mirov bi xwe yekem car evîndarê canê xwe bûye, berdewam li wan rêkan geriyaye yê temenê mirovî pê dirêj bibe, weke çawa Gilgamêş li nemiriyê digere û hez nedikir bimire. Lê di heman demê de mirovî hindek caran heza mirinê jî hebûye dema Mîr Mihê ji sefera xwe vedigere, dibîne ku yek ji hevalên wî nemaye, wê demê hez dike bimire, wate mirov her li dawiyê dibe êxsîrê qedera xwe.
Peywendiya eşq û hebûnê gelek li cem fîlozofên yewnanî hatiye behskirin û bûye mijarek di navbera fîlozofên wê serdemê. Fîlozofê yewnanî Empedocles, ku berî mesîhî bi çar sedeyan jiyaye, yekem kes bû Atifa mirovan bo hişkatîyê zivirandî, ew bo hindê çûye ku hemû hêzên siruştî yên wekî felekî û kimyayî her îradeya mirovî bi xwe ne, heger çi ew wekî wan temam nebin jî. evînî û neviyane dijwartirîn Atifa desthilat li ser mirovî û ew in karîger di rêvebirina karûbarên gerdûnî de. Her ew dibêje her çar regez ax, av, ba û agir bi kartêkirina eşqê têkelî hevdu bûn û bi şûn de neviyan çû di hindurê wan de, lew ew jêk vebûn û bûn gelek reng û şînkatî û canewer jê peyda bûn li dû hev. Û ev çê kiriye beriya hingî ji hevdu cudabûn paşî eşqê ew gihandin hev ew leşê giyandarên nûke ji wan dirust bûne (Kimale, 1978: 14). Li dûv vê nêrînê eşq ew hêza karîger e ya di navbera wan regezên cuda de kar dike.
Weke diyar e fîlozofan beriya her kesî zaravê eşqê daye naskirin û her yekî bi nêrîna xwe eşq pênase kiriye. Wek fîlozofê Yunanî Pythagoras dibêje: “Eşq hêzek e ku jêderê wê yê sereke dil e” (Kimale, 1978: 11). Eşq bi hest û sozan ve girêdayî ye ne ku bi eqlî ve. Socrates jî dibêje: Eşq baştirîn werzişa canî ye, Galen weke nojdarekî dibêje: Çawa bedena mirovî pêdivî bi werzişê heye, wesan eşq jî baştirîn werzişa canî ye, wate herdu fîlozofan eşq bi aramiya derûnî destnîşan kirine.
Fîlozofê mezin yê yewnanî Plato gelek li ser vê mijarê rawestaye û bi dîtina wî eşq hêza peywendiyên di navbera regezan (cins) de dupat dike û îradeyek cêgir e di navbera du regezan de û wan her duyan dike yek. Bi dîtina wî eşq hêzeke xerîzî ye û girêdayî ye bi giyandaran ve (Kimale, 1978: 7). Feylesovê yewnanî Leo Italy li sedê 16 yê zayînî jiyaye, eşqê dike sê beş: eşqa siruştî, eşqa hestan û eqlî. Derbarê eşqa yekê de wek çawa robar diherikine ser deryayê û ber bi erdê ve dimînin û zivirîna sitêrkan li dor rojê, ev eşqek siruştî ye di navbera kaînatan de, lê ya duyan eşqa giyandarên yek regez e bo hevdu û Ya sêyem eşqa di navbera çêkerên xwedan mêşk de wekî mirov û firîşteyan (Kimale, 1978: 14). Ev polînkirina eşqê hêza eşqê li nav her kaînek li ser erdî dupat dike. Wek diyar e her fîlozofekî bi nêrîna xwe eşq daye diyarkirin weke hêzek ku di navbera yek yan du regezan, nifşan hwd de kar dike. Vê jî gelek bandora xwe li cem Sofîgeran hiştiye. Bi watayeke giştî eşq bi nêrîna fîlozofan meyla mirovî ye ji bo kesekê yan tiştekê xweştivî û serincrakêş yan bi mifa (Hisên, 2011: 110). Ev bi hev girêdana eşqê bi pirsa hebûnê ve ji hêla fîlozofan ve gelek bandora xwe li ser sofîsizmê hiştiye û bûye mijarek giring li cem sofiyan.
Her ji serdema Yewnana Antîk ve gengeşeyeke tund derbarê hebûn û afirandina gerdûnê de hebûye. Ev diyalêktîk hîn jî berdewam e û dem bo demê nêrînên derbarê hebûnê de dihêne guhertin. Lê her teoriyeke nû bihête kifşkirin amaje bi dîtinên destpêkî yên derbarê hebûnê de dihêne kirin. Ji ber hindê jî gerek e em bi kurtî nêrînên fîlozofên yewnanî yên destpêkî bidin diyarkirin.
Thales (546-627 BZ) wek yekem fîlozofê yewnanî dihê hejmartin ku nêrîna wî derbarê hebûnê de di fîlozofiyê de gelekî pêşçav e, li gor gotina Aristotleî Thales av bi havênê hemû tiştan daniye, anku hemû tişt ji avê ne. Vê nêrînê heya nuha giringiyek heye di jiyana mirovan de, heger çend ji rastiyê dûr be ew qas nêzîk e jî. Her weke mirovan li destpêkê gund, bajar û şaristanî li ber çeman ava kiriye, lê ev bo hebûnê têrê nake.
Fîlozofê duyem yê Yewnanî Anaximandre (547-610 BZ)e û hebûn li cem evî fîlozofî made ye, li gor nerîna wî hebûn neşêt bo madeyekê bi tenê bizivire, belku ji gelek madeyên din pêk dihê û digel hev diguncin heger çend dijhev bin jî weke germî û sarî, hişkatî û teratî ku evên han di destpêkê de yek tişt bû û piştre ji hev cuda bûn, ew tiştê ku vê valahiya di navbera du madeyan de wekî agir û av tijî dike, hebûn e û ji vê çendê re jî dibêjin guncandin (Sedîq, 2015: 27-28).
Anacsimenes (546-528/523) hewayê dike bingehê hebûnê û ew weke Sifreyekê ye û hewayê hemû derdora wê girtiye. Lê Heraclite (475/478-544/540) di wê baweriyê de ye agir havênê hemû madeyan e û cîhan berdewam agirekî sax û nemir e û agir bingeh û resenatiya her tiştî ye û hemû tişt ji agirî derdikevin û her bo agirî dizivirin (Sedîq, 2015: 34-35). Ev her çar ûnsir (av, made, hewa û agir) weke çar toxmên sereke û herî berbelav ên hebûnê di nav meydana felsefî û sofîgerî de dihêne pejirandin. Ev nêrînên felsefî li cem şairê Kurd Melyê Cizîrî bûye mijarek giring û wî xwestye nerîna xwe li ser evê mijara he bide ronkirin dema dibêje:
Çar ‘unsur in çar teb’et in vêkra bi mîzan vêk ketin
Bi hev ra muxalif sîret in der sûretê şexiyye da
Hetta bi mîzan çar esil bi hevra nebin cem’ û wesil
Cisman ji hev nabin fesil bazû ji bazû şeq neda
Çar ummehat in sê benat her bê qerar in bê tebat
(Pur ‘işq û meyl in iltifat di vê teze deyrê kuhne da (Cizîrî: 2005: 66
Heta ku her çar ûnsir bi pîvan negehin hev candar jê peyda nabin. Anku her hebûnek (kain) ji van tuxman dirust bûye, belê gerek ev tuxm bi pîvan û terzî (mîzan) bigehin hev, heta afrênerên curbicur jê peyda bibin. Xwedê ji van çar ûnsiran hebûn çêkiriye û ciwanî û eşqa xwe jî tê kiriye. Eger em bi awayekî felsefî li vê nêrîna Cizîrî mêze bikîn, dîtina wî mîna fîlozofê yewnanî Platoyî ya mînakî ye, ji ber ku beriya hebûnê (afrandinê), zatê Xwedê, made (çar ûnsir), ciwanî û eşq her hebûn û Xwedê ji van madeyan afirandin kiriye, anku ev cîhan û hebûna em nuha di nav de li ber cîhana dî ya resen û mînakî hatiye çêkirin, bi vê yekê her tiştek wêneyê xwe ji cîhana bilind û Xwedayî distîne. Ev hebûna madî ya berhest sîbera cîhana Xwedayî ne. Bo nimûne di her hebûnekê de ciwanî û eşq hene û ew gewherê hebûna wan in û ew herdu du sîfet û tuxmin ji Xwedê û Xwedayî ji wan tuxmên xwe jîn daye hebûnan û ew zindî kirine. Bi vê yekê mirov li ber sîfetên Xwedê û têkelkirina madeyan dirust bûye û jiyana me ya nuha sîbera cîhana Xwedayî ye. Ev jî nêrîneke felsefî ye ji bo mijara hebûnê pitir ji nerîneke dînî.
Ev vedîtina mijara hebûnê di şiîra Cizîrî de vedigere ji bo kartêkirina felsefa yewnanî li ser wî û diyar dibe ku Cizîrî gelek haydarî felesefe û merîfeya yewnanî bû, ji ber ku di dîwana wî de gelek zaravên felsefî yên yewnanî hene û ev zaniyarî jî ji wan pertûkan hatine standin yên ji bo zimanê erebî yan farisî hatine wergêran, çi bi rêka şiîrê yan wergêranê be. Bi vê yekê wî jî xwestiye vê mijara giring li gorî dîdgeha xwe ya felsefî û arifane bide rohnkirin.
Xala balkêş li cem Cizîrî ewe ku wî pêçewaneyî sofîger, arif, şair û fîlozofên beriya xwe nêriye hebûn û kewnî behs kiriye. Cizîrî bi nêrîna xwe ya felsefî û sofîgerî regezek din li ser regezên afrandinê zêde kiriye, ew jî regezê pêncan e “Eşq” e ji bo wan regezên din yên sereke wekî av, ax, agir û hewa (Mihemed, 2006: 93). Wate eşq ew hêz e ku van ûnsiran dirust dike, dema dibêje:
Me cewher ‘unsurik xamis numa îro di tali’ da
(Di vê teqwîmê insanî li tali’ bûne fal ebrû (Cizîrî: 2005: 287
Yan jî:
Husnê hub anî zihûrê ‘işqê eslê ‘alemê
(Eslê eşya da bizanî wan çî esl û made bû (Cizîrî: 2005: 296
Di felsefeya fîlozofê yewnanî Empedoclesî de ku hemî tişt ji pêkhatina çar ûnsirên (ax, av, agir û ba) pêk dihên û Cudabûna wan ji hev li ser rêjeya wan radiweste. Belê derbarê wê hêza karîger a ku wan ûnsiran digehîne hev û tişt jê dihên afrandin, dibêje: “Ev ûnsir hevdu bi hêza jêkvebûn û pêkvebûnê digirin û ev herdu jî hevdij in û ji yek hêzê çênabin û pêdivî du hêzan e yek verevîne û ya din jî rakêşane (cezib) ku ev jî dibin neviyan û viyan”. Piştre dibêje: “Di binyat de ev çar ûnsir yek bûn belê neviyanê ew ji hev cuda kirin. Belê başî viyanê hêza xwe kom vekir û hemî gehandin hev û piştre tiş jê çêbûn” (El- Doskî, 2010: 27.
Wate eşq eslê dinyayê ye û ew ûnsirê sereke û nûranîye yê van hemû kaînan bi hevdu ve girê dide. Li gor nêrîna Cizîrî tiştê ku van her çar ûnsiran digehîne hev û digel hev biguncîne eşq e ev jî nêzîkî nêrîna fîlozofê yewnanî Empedocles e. Anku eşq ew hêza karîger e ya ku bikaribe ûnsirên ji hev cuda bigehîne hev. Wate ew çar ûnsirên sereke bi rêka eşqê digehin hev û kaîn jê dirust dibin. Weke diyar e ev çend we dike ku mirov dikare bibêje Cizîrî xwestiye mijara hebûnê bi awayekî felsefî behs bike, belê “felsefeya Empedoclesî rolî nade Xwedê di çêkirin û afrandina tiştan de, Cizîrî bi vê ramanê serederiyê digel babetî nake, çunkî ew misilman e” (Doskî, 2007, 1097). Wekî Cizîrî dibêje: “Îro di bextê me de diyar bû ku laşê me mirovan ne tenê ji çar ûnsiran pêk hatiye, belku ûnsirekî dî jî di gel e, ew jî ûnsirê pêncan e, Eşq e”. Ji ber ku zatê Xwedê bi xwe dibêje mirovan: “Min hûn bi baştrîn şêwe çêkirine.” Ji ber ku Xwedê saloxetên xwe yên evîn û ciwaniyê di gewherê mirovan de danaye. Bi vê yekê diyar dibe ku gewherê mirovan ji pênc ûnsiran pêk dihê, ew jî ax, av, hewa, agir û eşq in ku eve jî dibe nerîneka din. Ji ber ku Cizîrî misliman e wî di felsefeya xwe ya hebûnê da pêçewanî nerîn Empedoclesî rolê sereke daye Xwedê, ku ew jêder û gewherê sereke yê hebûnê ye û bê sîfetên wî ev ûnsir nagehin hev û hosan afrandin çênabe, belê ji ber ku Xwedê weke xezîneyeke veşartî bû û ew aşiqê zatê xwe bû û hem eşq bû jî, lê wî xwest bihêt zanîn, bi vê yekê wî ji madeya û sîfetên xwe tecelî kir da ku xweşikî, eşq û bihayê wî bihê zanîn:
Gerçi bilbul cewherê zatê gul e
Lê gulê rewneq ji ‘işqa bilbul e
Guh de zikrê hal û coşa badeyê
(We bi bilbul ra dixwînit bilbule (Cizîrî: 2005: 279
Mebest di vê şiîrê de, bilbil mirov e û gul şubihandinek e bo Xwedê, wate mebesta Cizîrî mirov hêma ye bo hebûna Xwedê, anku buhayê gulê di eşqa bilbilî de xuya dibe. Ger bilbil neba gulê jî çi bihayê xwe nedibû. Anku “hemî huner û gewhera bilbilî di gulê de ye û eger gul ciwan neba bilbil nedibû evîndarê wê, ew sitran û awazên dibêje bi saya gulê ne, belê di heman demê jî de bihayê gulê jî ji eşqa bilbilî daye. Eger wî wesan bi gulê negotiba navê gulê weha navbang nedibû. Anku pêdivî ye dilber û dildar her du spasdarên eşqê bin ku ew kirin yek û bê hevdu çi buhayekî wan nîne” (Mûkriyanî, 2014: 550). Anku Cizîrî gewhera her tiştî di dinyayê de bi eşqê ve girê daye û eger eşq nebe dê dunya mîna meydaneke vala û bêbuha be. Her ji ber vê yekê xwedê tecla kir û ciwanî û eşqa xwe da mirovan da ku mirov bi wan sîfetan hez ji Xwedê bikin û biha û qîmeta wî bizanin:
Ger bidiya ew senema sur cemîl
Nazlî erzan nedibû cibreîl!
Min nezerek husn û cemala te kir
(Aînîyek dî me ji nûra celîl (Cizîrî: 2005: 211
Anku ciwanî û eşq li cem Cizîrî mîna siroşekê ne li erdê, eger mirov vê ciwaniyê bibîne, pêdivî bi çi wehî û Cibrîlan nake nazil bibine erdê. Çunke eşq li cem Cizîrî mezheb e û divê mirov li gorî vî mezhebî bijî. Anku eger mirov raz û remaza ciwanî û eşqê bibîne pêdivî bi çi ol û mezhebên dî nake. Çunkî ew bixwe mezhebekî rast û dirust e ji bo jiyana me. Bi vê yekê li cem Cizîrî ciwanî û eşq cihê wehiyê digirin li erdê û ev jî nerîneke sofîyane ye li cem wî. Ji ber ku Xwedê mirov bi baştirîn endazeyê saz kiriye û her tiştek nîşanî wî daye. Bi vê yekê eger mirov wan raz û remzên Xwedê bibîne pêdivî çi olên dî nake li erdê.
Bi awayek giştî role eşqê di meydana felsefê de rolek bingehîne û girêdane bi mijara hebûnê ve, dîsan hêjayî gotinê ye ev mijara he di nav zemîneya çanda Kurdî de tiştek giringe û cihê pirs û nîqaşê ye û bi taybet li cem Melayê cizîrî.
Çavkanî
ADAK, Abdurrahman (2015), Di Edebiyata Kurdî Ya Klasîk De Naverok: Tema, Mijar Û Cureyên Edebî. Mêrdîn.
CİZÎRÎ, Mela (2005), Dîwana Melayê Cizîrî. (amd. Tehsîn Ibrahîm Doskî). Çap 2, Duhok: Spêrêz.
DOSKÎ, Mihemed Emîn (2007), Şirovekirina Dîwana Melayê Cizîrî, Berg 3, Duhok: Spêrêz.
EDHEM, Museb (2017), Îşiqname “Îşiq, Xudbûn, Îşiq berew ew çûn”, Silêmanî: Rênima.
ELDOSKÎ, Muhemed Emîn (2010), Felsefe Eleşq Elîlahî fî Şir Elcizîrî. Çap 2, Hewlêr: Elekdîmîye Elkurdîye.
HISÊN, Doia Efîf Tirkî (2011), Elhib Fî Ellah Zew Elkitab We Elsine. Teza Masterê, Camîe Elnecah Elwetenî, Nablis.
KABILA, Anirudha (2014), “Pharmacological Role of Oxytocin – A Short Review”, Journal of Pharmaceutical Sciences and research. Vol. 6 (4).
KIMALE, Omer Riza (1978), Elhib, Suriya: Elrisale.
MIHEMED, Xalid Cemîl (2006): ElCizîrî Şair Elhib û Elcemal (Dirase). Dîmeşq: Dar Elzeman.
MÛKRIYANÎ, Hejar (2014), Dîwanî Melayî Cizîrî şerhî hejar. Tehran: Neşir Panîz.
SEDÎQ, Fuad (2015), Felsefe (Pêş Felsefe ts Mirdinî Nîçe), Hewlêr.